'Êrîş li dijî me hemûyan e, em ê bi hev re têk bibin'

Devrîmcî Cephe (Eniya Şoreşger) nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê da û got, "Ev êrîş li dijî me hemûyan hatiye kirin. Em ê bi hev re êrîşê têk bibin."

Devrîmcî Cephe, der barê biryara DYA'yê ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, bi têkoşîna gelan wê ev biryar ji holê were rakirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êrîşên li ser Rojava yên piştî civîna bilind a li Stenbolê dest pê kirin, êrîşa li çalakiyên xwedîderketina li Ocalan ên li Fransayê û biryara DYA'yê ya ji bo girtina kadroyên pêşeng ên PKK'ê, tesadûfî nînin.

Ev biryar weke şêweyekî cuda yê komploya navneteweyî hate binavkirin û hate gotin, "Ji aliyekî ve TC a faşîst weke şûrê demokrasiyê li ser serê Rojava dihejînin û gefê dixwin. Li aliyê din peyamên nerm didin îradeya Rojava û bi vî rengî dixwazin sîstema azadiyê ya Kurdan careke din parçe bikin û qels bikin."

Devrîmcî Cepheyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên emperyalîst bi vê nêzîkatiyê re dixwazin PKK'ê bixapînin û bikişînin ser xeta xwe û eger nikaribin vê bikin, dixwazin wê tasfiye bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "DYA'yê ji ber vê yekê biryara girtina kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê ya Kurd daye. Kadroyên pêşeng ên PKK'ê sembol, hêza moralê û rêveberên têkoşîna azadiyê ne. Bila emperyalîst baş zanibin ku ev têkoşîna azadiyê li ser berdêlên gelekî giran ava bûye û bûye hêviya azadiyê ji hemû bindestan re.

Ev şewqa hêviyê ji holê ranabe, teslîm nabe...

Şervan û pêşengên azadiyê nirxên hemû gelan e...

Ev êrîş li dijî her kesên alîgirê azadî û jiyana însanî ye...

Ev êrîş li dijî me hemûyan e û em ê bi hev re têk bibin...

Hûn ê nikaribin şoreşgeran teslîm bigirin..."