Başaran: Dixwazîn pêşî li kongreya me ya ciwanan bigirin

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, operasyonên qirkirina siyasî ji bo pêşîgirtina li kongreya wan a ciwanan tên kirin.

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê wekîla Êlihê Ayşe Acar Başaran li ser girtina endamê Desteya Rêveberiya Navendî û Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan Tûna Aydin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tûna Aydin bêyî îdîayeke çalakiyê û delîlan hatiye girtin û işaret bi bêhiqûqiyê kir:

"Em vê zîhniyetê nas dikin. Şahidên veşartî yên cemaetê û rêbazên emniyetê hîn tên bîra me. Em di demeke welê de ne ku her şêweyên bêhiqûqiyê tên kirin, pîvana 'delîlên berbiçav' ku bingeha darizandinê ye ji nedîtî ve tên û li gorî senaryoyên emniyetê mirov tên girtin. Dema ku mijar partiya me û endamên me be, mixabin dadgerî li gorî fermanên desthilatdariyê û emniyetê tevdigre.

Mebest û armanc ji vê bêhiqûqiyê ew e ku pêşî li lidarketina 2. kongreya me ya ciwanan bigirin, karê siyasî yê endamên me û amadekariyên me yên ji bo hilbijartinê asteng bikin."

Başarang ot, "Hewldana desthilatdariyê ku dixwaze bi destê dadgeriyê siyaseta demokratîk bitevizîne, zû ya jî dereng wê têk biçe."