Koçyîgît: Divê karker xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin

Komcivîna Kedê ya HDK'ê li Stenbolê dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku AKP êrîşê dibe ser mafên kedkaran û got, rêxistinbûyîna heyî ya karkeran têrker nîne.

"Komcivîna Kedê ya bi Hêvî û Baweriyê" ku ji aliyê Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve tê organîzekirin, li Odeya Tabîban a Stenbolê dest pê kir. Di komcivînê de wê rewşa aktûel, pirsgirêkên heyî û rêyên çareseriyê, pirsgirêkên rêxistinbûnê yên karkerên jin û keda li qadên xwecihî werin nirxandin.

'AKP TÊKOŞERÊN KEDÊ TASFIYE DIKE'

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di destpêka komcivînê de axivî û got, mexdûrên destpêkê yên krîza li Tirkiyeyê karker, xizan û mafên kedê ye.

Koçyîgît işaret bi biryarnameyên di dema Rewşa Awarte de hatin derxistin û diyar kir, zêdeyî 130 hezar kes bi van biryarnameyan ji kar hatin avêtin. Koçyîgît got, "Kesên ku dixwazin ji bo kedê têbikoşin tên tasfiyekirin."

'RÊXISTINBÛNA HEYÎ QELS E'

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir, divê karker hîn bi xurtî xwe bi rêxistinb bikin û got, rêxistinbûyîna heyî qels e û têrê nake. Koçyîgît got, "Yên ku rê li ber krîzê vekirin em nînin. Yên ku bikevin bin barê krîzê jî wê ne em bin."

Civînê bi axaftina akademîsyen Hakan Koçak dewam kir.