ROJEVA 11'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Mijdara 2018'an.

- Tevî ku Rewşa Awarte 17'ê Tîrmeha 2018'an hate rakirin, rewşa awarte ya li girtîgehên Tirkiyeyê mayinde bûye. Rewşa mehkûmên nexweş girantir bûye û pêkanînên kêfî her dewam in.

- Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh diyar kir, biryara DYA'yê ya li ser rêveberên PKK'ê encama polîtîkayên qirêj ên navbera DYA û Tirkiyeyê ye û got, ji bo êrîşên li dijî Kurdan biqedin û aştî pêk were, divê li Ewropayê konferansa aştiyê bê lidarxistin.

- Li gelemperiya cîhanê herî kêm 200 milyon jin û zarok dibin mexdûrê 'sineta jinê'. Tê gotin, ev hovîtî salên dawî li Efrîkayê kêm bûye.

- Dewleta Tirk a ku zeytûnên Efrînê didize, planek ji bo firotinê jî amade kiriye. Li gorî vê yekê, zeytûnên hatine dizîn wê di deriyê sînor ê ku 8'ê Mijdarê li Cindirêsê hate vekirin, derbasî nava Tirkiyeyê werin kirin.

- Qeyûmên ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li şaredariyên DBP'î hatine bicihkirin, peravê Wanê ji xwe re kirine navenda rantê. AKP û qeyûman niha jî dest bi firotina Gola Wanê kirine.

- Penaberên Sûriyeyî yên li Edeneyê gotin, mirovên li herêmê timî bi hêrs li wan dinerin.