SES û TTB: AKP birçîtî û mirinê ferz dike

Endamên SES û TTB'yê pêşnûmeya yasayê ya AKP'ê ku pê nahêle doktorên îxrackirî li nexweşxaneyên taybet bixebitin şermezar kir. Di çalakiyê de hate gotin AKP, kesên ku weke wan nafikire bi birçîbûnê û mirinê terbiye dike.

Doktoran dowîzên ku li ser hatibûn nivîsîn, ''Hûn nikarin keda me ya 6 salan bi kîsan bavêjin ser sergoyê'', ''dema xebatê em naxwazin bimirin û werin kuştin'' rakirin.

Di çalakiyê de Sekreterê Giştî yê TÎGV'ê (Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê), Metîn Bakkalci, endamên ÎHD'ê, Velî Saçik, Parlamenterên HDP'ê Mîthat Sîncar, Habîb Eksîk, Semra Guzel jî hazir bûn.

GEFÊN POLÎSAN: BI KURDÎ DIRÛŞMEYAN BERZ NEKIN

Polîsan çalakger dorpêç kirin, zext li xwepêşanderan kirin ku bi Kurdî dirûşmeyan berz nekin.

Serokê Konseya Navendî ya TTB'yê Sînan Adiyaman got, wan ji berê ve dixwest li qada tenduristiyê ji bo ku dawî li tundiyê were yasa were derxistin, li bend3e bûn ku kedkarên tenduristiyê yên ku bi Rewşa Awarte hatin îxrackirin vegerin ser karê xwe lê yasaya kîsîkî ya antîdemokratîk anîne.

'EM Ê TÊBIKOŞIN'

Seroka SES'ê Gonul Erden jî got, ''Ev yasa dijî Destûrê, dijî mafê mirovan e. Heta ku ji Meclîsê were vekişandin em kedkar em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi paş ve gav navêjin.''

'BIRÇÎTÎ Û MIRINÊ FERZ DIKIN'

Dr. Selçûk ku ku lêpirsîna ewlehiyê derbas nebûyî û di sektora taybet de xebitî got, ''Ji civkaê re dibêjin, ''heke hûn weke me nefikirin, tişta ku em dixwazin hûn nekin'' dawiya we wê bibe birçîtî û mirin. Em jî li vir dibêjin, ''em li ber xwe didin.''