Şehîdên MLKP'ê li Den Haag û Bordeaûxê hatin bîranîn

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi navê "Şehîdên meha Mijdarê yên MLKP'ê" civînên bîranînê hatin lidarxistin.

Civîna bîranînê ya li Den Haagê bi dirûşma "Em ê faşîzm û mêtingeriyê li ser şopa nemiran têk birin" pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda enternasyonal, sînevîzyonek li ser têkoşîna şervanên MLKP'ê hate nîşandan.

Nûnerê MLKP'ê li civînê axivî û got, "Em di demên zehmet, salên zehmet de ne" û işaret bi êrîşên rejîma AKP'ê yên li ser karker û bindestan kir. Nûnerê MLKP'ê got, "Êdî dem dema wêrekiyê ye."

Xizmên mirovên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, tevlî civînê bûn. Wekî din, nûnerên Komîteya Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rotterdamê û Platforma Dengê Girtiyan axivîn.

Grûp Vardiya û Hozan Emekçî jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bû. Koma Hîvron derkete ser dikê.

Nûnerên gelek partiyên li Bordeaûxê, Rêxistina Jinên Komunîst li Ewropayê ya MLKP'ê û Komeleya Çanda Demokratîk a Kurd a Bordeaûxê axivîn û peyamên piştgirî û yekîtiyê dan.

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê qediya.