Serlêdana malbatan a çûyîna Îmralî hate redkirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan ji aliyê serdozgeriyê ve hate redkirin.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan ji aliyê serdozgeriyê ve hate redkirin.
Bira û xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Fatma Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzeran duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, serlêdana malbatê hate redkirin.
Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş bi boneya hevdîtinê duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Daxwaza malbatan jî ji aliyê serdozgeriyê ve hat redkirin.