Pûtîn-Rûhanî-Erdogan wê destpêka sala 2019'an li hev rûnên

Hate ragihandin, Serokên dewletên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê wê destpêka sala 2019'an li ser mijara Sûriyeyê li hev bicivin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov gotiye, dora malovaniya ji civîna bilind a her sê welatên garantor re, ya Rûsyayê ye.

Li ser dema civîna bilind Bogdanov got, "Wê baş be ku hefteya destpêkê ya salê pêk were. Lê ev yek bi bernameya serokan ve girêdayî ye."

Civîn wê di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de pêk were ku ji Çileya 2017'an û vir ve tên organîzekirin. Rûsya û Îran ku hevalbendên rejîmê ne û Tirkiye ku berdevk û palpiştê çeteyan e, pêşengiyê ji civîna bilind re dikin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan herî dawî meha Îlonê li Îranê li hev civiyabûn. Di wê civînê de nakokiya li ser Îdlibê ya navbera Pûtîn û Rûhanê-Erdogan derketibû pêş.

Tê payin, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar roja Şemiyê ji bo danûstandinan biçin Rûsyayê. Ev hevdîtin di demeke welê de pêk tê ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê biryar da ji Sûriyeyê vekişe û Enqere gefê li Rojava dixwe.