Courvoisier: Wê zanyar helwesta xwe ya siyasî bidomînin

Saziya di bin banê Akdemiyên Zanistî yên Ewropayê de biryar da ku di demeke nêz de di derbarê gelek mijarên siyasî de wê bibe xwedî helwest. 

Saziya European Academies Science Advisory Council (EASAC) ku akademiyên zanistî yên Yekîtiya Ewropayê (YE), Swîsre û Norwecê li hev kom kirine û li hemberî biryara partiya UDC’ê ya Swîsrê ku 25’ê Mijdarê, ‘Mafê diyarkirina çarenûsa xwe’ eşkere kiribû û helwest raber kiribû.  Pêşniyara ku ji bo referanduma navborî hatî pêşkêşkirin, bi rêjeya dengan a 66,25 ji sedî hatibû redkirin.
 
Serokê EASAC’ê Thierry Courvoisier ji çapemeniya Swîsreyê RTS re axivî  û got ku wê zanyar di mijarên siyasî de helwesta xwe ya siyasî bidomînin. 

Courvoisier got, “Di hemû mijaran de na, lê di wan mijaran de ku ji bo Swîsre û cîhanê girîng in, belê em  ê helwesta xwe bidomînin.''

Courvoisier diyar kir  ku li dijî berjewendiyan, girîng e ku serî li nêrîna akademîsyanan û zanyarên serbixwe bê dayîn û bêhevsengiya di navbera lobîkaran û akademiyan de ya heyî rexne kir. Courvoisier got, “Ji bo ku berjewendiyên wan nayên temsîlkirin, kes naxwaze piştgirî bidê. Di serî de derdorên ekonomîk, dema ku nêrînên mirov nexwazin bibihîsin tên bilêvkirin, ev rewş dedikeve holê.”