ROJEVA 27'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Kanûna 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.
- Di ser Komkujiya Roboskî re 7 sal derbas bûn. Li dû 34 bedenên parçekirî şerm û rûreşiyeke mezin ma ku her kesî para xwe jê girt. Kiryar diyar e, nayê cezakirin. Roboskî bi rûmeta xwe li ber xwe dide.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di salvegera 7'an a Komkujiya Roboskî de got, "Ji bilî berxwedanê rêyeke din a li dijî mejiyê qirker nîne."
- Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ku siyaseta Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn baş dişopîne, polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyeyê û bandora siyasetên li herêmê ya li ser Sûriyeyê nirxand.
- Gerîlayên HPG'ê û YJA starê ji bo sala nû axivîn û gotin, dema wê hatiye ku ew armanc û angaştên ku danîne ber xwe bi cih bînin.
- Doza azadiyê ku 40 sal li pey xwe hişt. Di vê têkoşînê de êdî mirov dikarin li mirovên ji malbatekê tevlî bûne, li heman çeperê li dijî dijmin şer dikin, rast bên. Mîna gerîlaya YJA-STAR'ê Dîrok û xwişka wê...
- Hosteyê sobeyan Mehmet Şirîn Ûslû ku 20 sal in li sûka kevn a Sûrê sobeyan çêdike, tevî zor û zehmetiyên giran jî bi biryardarî xwedî li pîşeyê xwe derdikeve.
- Roja Yekşemê li xeta trenê ya banliyoyeke paytexta Elmanya Berlînê pirsgirêkek derket. Polîsên ku li ser vê yekê lêkolîn kirin, belavok û ala DAÎŞ'ê dîtin.
- Çalakiyên Êlek Zeran ku 17'ê Mijdarê li Fransayê dest pê kir û ji ber betlaneyên Noel û Sersalê hinekî sekinîn, tê gotin ku rê li ber zerareke ji milyaran euroyî vekiriye.