2 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyên siyasî Mehmet Erbey û Suleyman Benzer bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Geleê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 49’an de didome. Grevên birçîbûnê belavî hemû girtîgehan bû.

Piştî Girtîgeha Jinan a Sincanê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyên siyasî Mehmet Erbey û Suleyman Benzer jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Malbatên Erbey û Benzer agahî dan ANF’ê û ragihandin ku herdu girtî ev du roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya 10 rojan a girtiyên PKK’ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê didome ya ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kirine.