Aykan Sever: Şer dikare demeke dirêj dewam bike

Rojnamevan Aykan Sever, diyar kir ku her çend Emerîka an Îsraîl operasyonek bejayî li dijî Îranê dest pê nekin jî, şerê Îran û Îsraîl dikare demek dirêj bidome.

AYKAN SEVER

Rojnamevan Aykan Sever, diyar kir ku şerê heyî nîşaneya kapîtalîzmê ye û got ku serokên ji hêla kapîtalîzmê ve hatine afirandin jî Trump û yên mîna wî ne. Sever, anî ziman ku niha sosyalîzm an jî komunîzm ji bo gelek mirovan mîna xeyalek dikare bê dîtin, lê utopiyek a kapîtalîzmê jî nîne. Sever got, “Ocalan her wiha balê dikişîne ser girîngiya civaka komunal a demokratîk. Pênaseyeke din a sosyalîzmê ye. Niha, rêxistina ku li dijî vî şerî were avakirin jî dikare li ser vê bingehê be. Di heman demê de ev dikare bibe hîmê enternasyonaleke nû.”

Rojnamevan Aykan Sever a ku ji ANF’ê re axivî, da xuyakirin ku şerê Îran û Îsraîlê pêşkeftineke dihate çaverêkirin û wiha got, “Pevçûn di demek wisa de ku danûstandinên Emerîka-Îranê berdewam dikirin de dest pê kir û ev yek girîng e. Dibe ku bidestxistin û weşandina agahiyên îstîxbaratê yên li ser Îsraîlê ji aliyê Îranê ve bandor li ser gavavêtina Îsraîlê kiribe. Ji aliyê din ve, Îranê di ferqa vî şerî de bû û ji ber vê di demên dawî de hawirdekirina kelûmelên fûzeyan ji Çînê zêde kiribû. Her wiha Îran derbarê gelek depoyên fûzeyan de gelek propoganda kiribû.”

Sever, destnîşan kir ku Trump "nikaribû şer bifroşe" û got ku avahiyek du-alî hewl dide ku desthilatên Trump yên şer sînordar bike. Sever, diyar kir ku di civak û burokrasiya Emerîkî de nerazîbûnek berfireh li dijî vî şerî heye.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN KETIYE QONAXEKE NÛ

Sever, da zanîn ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ketiye qonaxek nû û diyar kir ku ev şer hem hesabên stratejîk û hem jî yên kevin dihewîne. Sever got, “Mînak, Îran di dema şah de di pozîsyona mêtingeriyê de bû. Ji bo ji nû ve bidestxistina vê jî hewldanek heye. Li aliyê din, ev şer li dijî Çînê jî xwedî aliyekî ye. Parçeyeke stratejiya ku em jê re dibêjin dorpêçkirina Çînê ye... Ev hemû bi hev ve girêdayî ne.” Sever, diyar kir ku hewldanên Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ji bo ku bibin hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn bi tundûtûjî û şer berdewam dikin.

ATMOSFERA NEASAYÎ A KU BI ŞER RE HATIYE AVAKIRIN

Sever got, "Pirsgirêka rastîn îro atmosfera ku ji ber şer hatiye afirandin e. Mirov êdî nikarin bi awayekî asayî bifikirin. Berê, encama herî xwezayî ya şer ew bû ku mirov li dijî wê derkevin. Niha ne wisa ye. Her kes temaşe dike, ew hewl didin ku mirovan bikin alîgir. Siyasetmedaran aqilmendiya xwe winda kirine. Ev serdemek e ku em ji aqilê asayî wêdetir diçine."

TIRKIYE MANÎPULASYONEKE MEZIN DIKE

Sever, ji bo pirsa 'Gelo dê dor were Tirkiye?' got ku manîpulasyoneke mezin e û wiha domand, “Tirkiyeyê heta niha bi polîtîkayên ku Îsraîlê li Rojhilata Navîn xêz kiriye re paralel tevgeriyaye. Rêveberiya heyî li ser sûcekî mezin û xwînî rûniştiye, ji ber vê yekê nikare baweriya xwe bi siberoja xwe bîne. Ew vê bêewlehiyê bi gotina 'Dibe ku Îsraîl êrîşî me bike' li ser civakê belav dikin. Niyeta wan a rastîn ew e ku xizmeta berjewendiyên emperyal ên sermayeya Tirkiyeyê bikin; mînak, ji Sûriyeyê parek mezintir bistînin û bigihîjin herêmên petrol û gaza xwezayî."

HEDEFÊN EMPERYAL ÊN TIRKIYEYÊ

Sever got, "Rojhilatê Kurdistanê jî dibe ku di nava hedefan de be. Tirkiye bi CIA û rêveberiya Aliyev re bi rêya Azerbaycana Başûrrojava projeyan dimeşînin. Ev pêvajo her wiha gefê li Ermenîstanê jî dixwe. Hevdîtinên Erdogan-Aliyev-Paşîniyan parçeyek ji vê projeya mezin e. Yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, dizanin ku sûcdar in û dizanin ku civaka Tirkiyeyê rizandine. Ji bo nixumandina sûc serî li demagojiyê didin. Ji aliyekî ve sozên xwe dane Îsraîlê, li aliyê din jî ji Trûmp re peyaman dişînin û dibêjin 'Netanyahû xerabe ye, em baştir in'. Ji ber ku ew bi xwe jî dixwaze bibe xwedî van xelayên emperyal."

ŞER WÊ BI RENGEKÎ JI QEWETXISTIN BÊ BERDEWAMKIRIN

Rojnamevan Aykan Sever, anî ziman ku ew texmîn dike ev şer demeke dirêj berdewam bike û wiha axivî, “"Îsraîl an jî DYE’yê wê hewl nedin êrîşa bejahî bikin. Piştî ku zirarên girîng ên hevpar rû dan, dibe ku şer bisekine. Lê belê pêvajo wê dirêj û bi rengekî ji qewetxistin bidome. Zirara herî mezin wê gel bibîne. Ji ber vê yekê, ji bo sekinandina şer divê polîtîkayek bê meşandin. Ev yek ne tenê ji bo çep, ji bo siberoja cîhanê pêwîst e. Em di serdemeke welê de ne ku mîlîtarîzm û faşîzm tê xurtkirine. Lewma sekinandina şer xwedî girîngiyeke bingehîn e."

JIRÊZÊBÛNA KU KAPÎTALÎZMÊ FERZ DIKE EV E

Sever di dawiyê de wiha got, "Ev şer nîşana rûyê kapîtalîzma heyî ye. Kapîtalîzmê serokên mîna Trûmp li ser me ferz kir. Ev ne tesadûf in, jirêzêbûna ku kapîtalîzmê li ser me ferz dike ev e. Di dawiyê de ji bilî sosyalîzm û komunîzmê ti rêyek din li vê cîhanê nîne. Dibe ku gelek kes niha sosyalîzm an jî komunîzmê weke utopyayekê dibînin, lê kapîtalîzm utopyayeke wê jî nîne. Tişta ku dixwazin bi dest bixin, jixwe tişta ku niha bi me didin jiyîn e. Ocalan jî bi taybetî balê dikişîne ser civaka demokratîk, komunal. Bi ya min ev pênaseyeke din a sosyalîzmê ye. Qet nebe tişta ku dixwazim bibêjim ev e. Niha, rêxistinbûna ku li dijî vî şerî bê kirin jî dikare li ser vê bingehê be. Di heman demê de ev jî dikare bibe hîmê enternasyonaleke nû.”