Tirkiye yek ji 10 welatên pêşîn e, yên ku dikarin qirkirinê bikin

Di nav welatan de yên ku dikarin qirkirinê bikin, Tirkiye ket nav 10 welatên pêşîn.

Projeya Hişyarkirina Zû ya ku bi piştgiriya Muzeya Bibîranîna Holokostê ya DYE’yê tê kirin, di têketina sala 2019’an de şerê li welatan li pêş çavan girt û nirxandineke berfireh weşand. Di nirxandinê de lîsteyên îxtîmala qirkirinê hatin diyarkirin. Li gorî vê lîsteyê, Tirkiye ya ku bi ‘demokrasî û azadiyê’ pesnê xwe dide, di nav wan welatan de ye yên ku dikarin qirkirinê bikin, ket nav 10 welatên pêşîn!

POTANSIYELA QIRKIRINÊ BI TIRKIYEYÊ RE HEYE

Rayedaran di çarçoveya projeyê de fikrên xwe diyar kirin û bal kişandin ser vî tiştî ku bi qetilkirina demokrasiyê re zilmên girseyî didomin.

Lêkolîn di nav 30 welatan de hate kirin ên ku di sala pêş de herî zêde kuştina 1000 hezar kesan ji xwe re kiriye hedef.

Bi rêjeya 30,9 ji sedî Komara Kongoyê ya Demokratîk di rêza pêşîn de ye û Tirkiye jî di rêza 8’emîn de cih digire. Piştî Efganistan, Misir, Sûdana Başûr, Pakistan, Yemen û Angolayê Tirkiyeyê tê. Li gorî daneyên sala 2018-2019’an de rêjeya Tirkiyeyê 11,2 ji sedî ye. Sûriye di rêza 15’emîn de ye.

PROJEYA HIŞYARKIRINA ZÛ

Vê Projeya Hişyarkirina Zû di sala 2011’an de hate destpêkirin.

Proje daneyên heyî yên berfireh kom dike û li welatên cîhanê rîska hovîtiyên girseyî dinirxîne. Daneyên li ser hewldanên darbeyê, astên otorîteriyê û cinayetên siyasî jî tên komkirin. Rêveberên projeyê diyar kirin ku “Dema em li ser qirkirin û hovîtiyên girseyî dixebitin, em dibînin ku tu carî jixweber pêk nayê. Her dem hin nîşan derdikevin holê. Heke ev nîşan werin tespîtkirin û ji bo pêşîgirtina wan hin stratejî werin pêkanîn em dikarin jiyana gelek kesan rizgar bikin.”