Temellî: Li gel dijminahiya li Kurdan dijminahiya Elewiyan jî tê kirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Îzmîrê serdana malên cemê kirin, anî ziman ku li gel dijminahiya Kurdan dijminahiya Elewiyan jî tê kirin, bibîr xist ku dem demê pêşxistina eniya demokrasiyê ye.

Rêxistinên bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)beriya hilbijartinên xwecihî di çarçoveya bernameya li Egeyê de serdana malên cemê yên li Narlidere û Yamanlar kirin. Li gel Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlemeter Alîcan Onlu, Serlçûk Mizrakli, Ebrû Gunay, Serpîl Kemalbay, endama MYK’ê Gulsum Agaoglû, endamê PM’ê Nazîr Gur û hevserkên bajar û endamên PM’ê cih girtin.

Heyet di çarçoveya serdanan de destpêkê serdana Mala Cemê ya li Komeleya Nasandina Çanda Baktaş a Elewî a Narlidereyê kirin. Endamên heyetê ji aliyê endamê Mala Cemê, komeleyên Elewî û serokê komeleyê Mûstefa Aslan ve hatin pêşwazîkirin. Temellî li vir axivî û wek partî hemû beşên civakê digirn himêza xwe û ji bo bi faşîzma Tirkiyeyê re têkoşînê bê kirin pêwîstî hê bi zêdetir piştgiriyê heye. Temellî got: “Ev rêveberî dijminê hemû beşên civakê ne, bi salan e heman sozan didin Elewiyan. Binêrin her hilbijartinê soza statûdayîna Malên Cemê didin, piştî hilbijartinê vê ji bîr dikin.”

Temellî bal kişand li ser girîngiya hilbijartinên xwecihî û got; “Em dibêjin ‘em ê xwe û bajarên xwe birêve bibin’. Niha demê nîşan dana îradeya xwebirêvebirina bajarên me ne. Niha dem demê xurtkirina eniya demokrasî ya li dijî êrîşan e. Divê em piştevaniyekî mezin ji bo li cihê ku niha em lê ne li Narlidere ya Îzmîrê nîşan bidin. Em piştevaniya we dikin, em hatine mafên we biparêzin.”

Piştî Temellî Mûstafa Aslan axivî û got; “Bi taybet helwesta ku HDP li bajarên rojava bigre me ji nêz ve eleqedar dike. Bi taybet em ji HDP’ê dixwazin ku pêvajoya 7’ê Hezîranê nîşan bide û pêş bêxe. Rêveberên xwecihî yek ji tişten nebe nabe yê demokrasiyê ye. Hişmendiya AKP’ê ya demokrasiya xwecihî ji xwe li holê ye û pêdiviya me hemûyan hê bêhtir bi hişmendiya demokrasî û rêveberiya xwecihî heye.”

Piştî axaftinan heyetê serdana Mala Cem û Komeleya Çanda Elewî ya Yamanlar kir. Serokê Mala Cem Mehmet Bozkûrt got tevî hemû êrîşan HDP’ê piştevaniya xwe ya ji bo Elewiyan qut nekiriye.