Greva birçîbûnê ya li Stavrapolê di roja duyemîn de ye
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovkî ya bajarê Stavrapol ê Rûsyayê, 2 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovkî ya bajarê Stavrapol ê Rûsyayê, 2 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya du rojan dest pê kir, ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovkiyê ve tê organîzekirin. Gelê herêmê serdana çalakgeran dike.
Ji beşdarên çalakiyê Hevserokê Otonomiyê Huseyîn Ahmedov daxuyaniyek da û got, "Êrîşeke topyekûn li dijî gelê Kurd tê kirin. Plana destpêkê ya vê êrîşê jî tasfiyekirina Ocalan e. Ev komploya gemarî dewama komploya navneteweyî ye. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe dikare vê komployê jî pûç bike."
Kurdistanî û dostên wan ên hatin serdana çalakgeran, tecrîd şermezar kirin. Çalakî dewam dike.