Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên ji bo bîranîna Roboskî -NÛ BÛ

Zarok û ciwanên ku 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê bi balafirên şer ên Tirk hatin kuştin, li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bîranîn.

Zarok û ciwanên ku 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê bi balafirên şer ên Tirk hatin kuştin, li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bîranîn.

STENBOL

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî bi rengekî girseyî daxuyanî da çapemeniyê.

Hevseroka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê Gulîstan Koçyîgît li civînê axivî û got, "Yên ku fermana komkujiyê dan nehatin darizandin, lê belê kesên ku bûn dengê Roboskî hatin darizandin.

Koçyîgît di dewama axaftina xwe de Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye silav kir û got, "Her ku tecrîd bê şidandin wê komkujiyên mîna Roboskî rû bidin."

Bi navê rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Aysûn Çeper daxuyanî da û diyar kir, tevî ku 7 sal di ser re derbas bûye, berprisyar nehatine cezakirin.

Çeper got, "Heta ku edalet bi cih were, xwîna me ya ku li Roboskî qerisî wê di nava axê de winda nebe."

WAN

Komkujiya Roboskî li Wanê bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê hate şermezarkirin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe daxuyanî da çapemeniyê û got, "Di dîroka Kurdan de gelek komkujiyên mîna Roboskî hatin kirin. Me ti ji wan ji bîr nekir, em Roboskî jî ji bîr nakin. Em ê hesab ji berpirsyaran bipirsin."

Ertan bi bîr xist, li dijî berpirsyaran heta niha tiştek nehatiye kirin û got, "Tenê der barê malbatên Roboskî de yên ku dixwazin hesab ji berpirsyarên kuştina zarokên wan bê pirsîn, lêpirsîn hate destpêkirin û gelek kes hatin destgîrkirin."

Ertan got," Girtina wekîlê me Ferhat Encu, nêzîkatiya li Roboskî nîşan dide" û wiha dewam kir: "Em ne bawerin ku ev dadgerî edaletê bi cih bînin. Ya ku edaletê bi cih bîne, têkoşîna azadiyê ya gelan e."

MÊRDÎN

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Mêrdînê jî li Parka Karayollari daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar got, "Li Roboskiyê ku 34 mirovên me bi bombeyan hatin parçekirin, nehiqûqî û bê edaletî li malbatan rewa hate dîtin. Berpirsyarê siyasî û leşkerî nehatin darizandin, lê belê wekîlê me yê Şirnexê ku di wê komkujiyê de gelek kesên ji malbata wî jiyana xwe ji dest dan, 4'ê Mijdarê hate girtin."

Sîncar bi bîr xist, li Amedê jî qeyûmê AKP'ê bîrdariya Roboskî rakir.

DERSIM

Rêxistina HDP'ê ya Dersimê jî li avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Hidir Çîçek got, "Nepêkane ku sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bên nixumandin. Çiqas wext di ser re derbas bibe jî heta ku berpirsyarên komkujiyê neyên darizandin û ezakirin wê aramiyeke bi rûmet û mayinde li nava civakê peyda nebe."

Hevserokê ÎHD'ê yê Dersimê Gurbuz Solmaz jî got, "Sedema komkujiyan polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Yên ku li Mereşê, li Sêwasê komkujî kirin nehatin cezakirin. Ya ku li Roboskî jî bû ehman tişt e."

AMED

Li Amedê jî Rêxistina HDP'ê ya bajêr ji bo Roboskî avahiya partiyê daxuyaniyek da. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Sûrê Sevîm Coşkûn daxuyanî da.

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî got, ya ku bike ku berpirsyarên Komkujiya Roboskî hesab bidin, têkoşîna azadiyê ya Kurd e.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî Hêzên Demokrasî û Kedê li avahiya Egîtîm-Senê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ji rêveberên ÎHD'ê yên Îzmîrê Caner Canli li civînê axivî û got, "Komkujiya Roboskî sûcê li dijî mirovahiyê ye û dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re derbas nabe."

ENQERE

Hewldana Edalet ji bo Roboskî, li Enqereyê merasîmeke bîranînê lidar xist. Tevî Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz gelek kes tevlî bîranîna li avahiya ÎHD'ê bûn.

Nûray Çevîrmen bi navê hewldanê axivî û got, "Heta ku em edaletê pêk nînin, wê dilê me rehet enbe û em ê nehêlin dilê kesî jî rehet be."

Parlamenterê HDP'ê Pekoz jî diya rkir, dîroka Komara Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e.

RIHA

Li avahiya HDP'ê ya bajarê Rihayê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Akbaş diyar kir ku dîrok wê berpirsyaran ji bîr neke.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî got, wê hesab ji berpirsyaran bipirsin.

AGIRÎ

Bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî li Agiriyê jî qurbanî hatin bîranîn. Necatî Aslan di çalakiyê de axivî û xwest, berpirsyar bên darizandin.

COLEMÊRG

Li avahiya HDP'ê ya Colemêrgê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Rêveberê HDP'ê yê Colemêrgê Ramazan Selçûk diyar kir, yên ku ev sûc kirine, çiqasî hewl bidin ku bi derfetên desthilatdariyê xwe ji edaleta gel rizgar bikin jî, çi zû çi dereng wê hesab bidin mirovahiyê.

ÇEWLIK

Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê li avahiya partiyê daxuyaniyek da açpemeniyê. Çalakger piştî daxuyaniyê çûn şaxê PTT'ê yê navendî û qet ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne şandin.

EDENE

Li Edeneyê, Rêxistina HDP'ê ya Bajêr û endamên ÎHD'ê û gelek saziyên din li ser Komkujiya Roboskî du daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dayina hesabê Roboskî mifteya çareseriyê ya meseleya Kurd e."

MERSÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mersînê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan komkujî ji bîr nekirine û wê hesab bê pirsîn.

HATAY

Bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Rêxistina HDP'ê ya Hatayê li avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hatîmogûllari diyar kir, Komkujiya Roboskî yek ji komkujiyên herî giran ên li vê erdnîgariyê ye û got, desthilatdarî ji bo desthilatdariya xwe biparêze komkujiyan dike.