Swîsreyê daxwaza Tirkiyeyê ya îadekirinê red kir

Dewleta Tirk daxwaza îadekirina parêzvanê mafên mirovan Etmeh Açikalin ê ku li sirgûnê li Swîsreyê ye kir. Swîsreyê daxwaza Tirkiyeyê red kir û got, Açikalin nayê îadekirin.

Kampanyaya zextan a rejîma AKP’ê li welat û derveyî welat ya li dijî parêzvanên mafên mirovan didome. Herî dawî dewleta Tirk di çarçoveya Peymana Ewropa ya Têkildarî Îadekirina Sûcdaran de daxwaz ji Swîsreyê kir ku Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Edeneyê Etmeh Açikalin ê ku ji 2010’an ve li Swîsreyê weke penaberê siyasî dijî, îade bike.

ZÊDETIRÎ 20 SALAN CEZA HATE DAYÎN

Di çarçoveya xebatên Serokatiya Şaxê ÎHD'ê yê Edeneyê têkildarî Açikalin gelek doz hatibûn vekirin û hatibû mehkûm kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê xebatên Açikalin ê di çarçoveya parastina mafên mirovan de weke 'endamê rêxistinê' nirxand û zêdetirî 20 sal ceza lê birî.

DOZGERÊ FEDERAL: NAYÊ ÎADEKIRIN

Açikalin ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma Tirkiyeyê terk bike û ji sala 2010’an ve li Swîsreyê weke penaberê siyasî dijî. Dozgerê Federal ê Swîsreyê daxwaza îadeyê ya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Edeneyê Îbrahîm Bûyûkbaş ve hatî kirin, nirxand û red kir. Dozgeriyê qanûna Swîsreyê ya navxweyî û ya hiqûqa navneteweyî bi bîr xist û biryar da ku Açikalin neyê îadekirin.