Di îdeolojiya PKK’ê de şehadet, azadiya gel, rûmeta gel û berxwedana gel bedelên herî pîroz in. Ji bo milîtanên PKK’ê şehîdbûn, watebidestxistina jiyanê ya li hemberî azadiyê û rêmeta xwefedakirina ji bo pêşeroja gel e. Gotina PKK’ê ya ‘’Şehîd namirin’’ nîşaneya vê ferasetê ye: bi fîzîkîne li cem me bin jî bi îdelên xwe û têkoşîna xwe tim dijîn.
Di dîroka PKK’ê de şehîd bingeha berxwedan û şoreşê ne. Her şehîdek ji bo rêxistinê mîrateya têkoşînê û ji bo şervanên nû jî çavkaniya îlhamê ne. Bîranînên wan di pratîka rêxistinî de, di şerê li çiyayan de, di pêwendiyên li gel gel de û di tevlîbûnên nû de dijîn.
Di nava PKK’ê rastiya şehîdan ne takekesî nûnertiya ruhekî kolektîf e. Ew di têkoşîna dîrokî ya ji bo azadiya gelê Kurd de pêşeng in. Girêdayî vê yekê şehîd bes ne aîdî PKK’ê ne, aîdî bîra gelekî, çanda wî û hişmendiya wî ya siyasî ne.
Dîrok: 16’ê Gulana 1997
Di sibeheke havîna ya germ ya Hewlêrê de bes ne tîrêjên rojê bîna îxanetê jî belav bûbû. Di odeyeke nexweşxaneyê de ciwanên ku çavên wan hê jî dibiriqîn, birîndar lê belê xwedan bawerî tedawî dibûn. Yek ji wan ciwanan Ronî bû. Navê wî yê rastîn Resûl Yardimci bû. Hê di zarokatiya xwe de bi xeyala welatekî azad berê xwe daye çiyayan û sond xwaribû ku ji bo rûmeta gelê xwe jiyana xwe feda bike.
WÊ ROJÊ BES NE LAŞ, HÊVÎ JÎ HATIN QETILKIRIN
Ronî li gel hevalên xwe yên din ên birîndar li Nexweşxaneya Hewlêrê tedawî dibû. Ne çeka wî hebû ne jî taqeta wî ya ku xwe biparêze. Lê belê dîsa jî bû hedef. Ji ber ku baweriya wî hatibû hedefgirtin. Çimkî dihat xwestin ku gelê wî were bêdengkirin. Dema ku hêzên PDK’ê ketin nexweşxaneyê bes gule bernedan bedenan di heman demê de gule berdan rûmeta gelê Kurd jî. Qetilkirina neh hevalên birîndar, ji bo mirovahiyê rûreşî ji bo gelê Kurd weke birîneke ku tu carî sax nabe derbasî dîrokê bû.
Ronî… Hê gelekî ciwan bû. Kenê li ser rûyê wî hêrsa gelê ku bi sedsalan e di nava şînê de bû. A niha li ser wêneyekî li me dinêre; hê jî bi biryar û serbilind e… Di wê ronahiya çavên wî de belkî hesreta ji bo malbata wî belkî jî evîna ji bo azadiyê heye, ma kî dizane?
Kesên wî nas dikin, qala wî dikin; Bêdeng bû lê belê kûr; zarok bû lê belê zana bû. Hemû gotinên wî têkildarî dilsoziya ji gelê xwe re bû. Di nava şerîde mezin bû. Çîroka Ronî bes ne çîroka kesekî ye, wijdana kolektîf a gelekî ku tune tê hesibandin e.
Komkujiya Hewlêrê bes ne êrîşek bû; îxanetek bû. Bi dostanî pêvedana destekî ji nava gelê Kurd bû. PDK’ê bes rê li ber planên artêşa Tirk venekir di heman demê de însanên ku li nexweşxaneyê tedawî dibûn, rojnamevan, li navendên çandê deng gel tomar dikirin jî hedef girtin.
Heştê û sê însan-rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û gerîlayên birîndar- di nava rojekê de hatin bêdengkirin û qetilkirin. Gelê Kurd careke din bi pirsa ‘’Kî bira ye, kî dijmin e?’’ re rû bi rû hate hiştin. Û ew roj 16’ê Gulana 1997’an e, bêdengiya ku li ser dîwarên Hewlêrê olan dida hê jî ranewestiyaye.
Navê Ronî belkî a niha li ser kêlekê belkî jî di diayên dayikekê de dijî. Lê belê ew ne bi tenê ye. Bi hezarên weke wî; di gorên bênav de di wêneyên bênasname û di qîrîna dayikan de dijîn. Di bîra vî gelî de êdî rastiyeke ku bi tu guleyan neyê bêdengkirin heye: Her şehîdek di bîra gelê Kurd a nemir de navê xwe bi tîpên zêrîn dide nivîsandin.
Divê em ji bîr nekin ku îro hê jî qala aşitî, wekhevî û edaletê tê kirin ku ev yek bi saya mîrateya Roniyan e. Em berpirsiyar in ku wan awirên bibiryar ên di wan wêneyan de zindî bigirin. Ne weke windahiyekê berovajî wê em neçar in ku wan weke rênîşanderên pêşerojê bibînin.
Ji ber ku ew qîrîna gelekî hatibû bêdengkirin bûn.
Ji ber ku ew rûmeta gelekî bûn.
Û ger yên weke Ronî werin jibîrkirin, em ê bes ne bîra xwe di heman demê de mirovahiya xwe jî winda bikin û ji dest bidin.