ROJEVA 28'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Kanûna 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.
- Kurkçu: Di bûyerê de diviyabû 34 caran cezayê muebbetê bihata dayîn. Lê rapora ku bûyer weke sûc nedît, gundiyên Roboskî yên li her du aliyên sînor ên welatê wan parçe kirine mal dibirin û dianîn, weke 'yekane sûcdar' nîşan da.
- Olrîka Elmaneke 23 salî ye. Li zanîngehê PKK nas kir û berê xwe da Rojava. Ji wir jî xwe gihand çiyê. Ew êdî gerîlaya YJA Starê Besê Olrîka ye.
- Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man li kampan bi cih bibin, nerazîbûn nîşanî gefên êrîşê yên Erdogan dan. Efrîniyan gotin, "Ji ber ti êrîşê em ê dest ji xaka xwe bernedin."
- Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet bi bîr xist ku bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê roj bi roj mezin dibe û got, divê tavilê bersiv ji daxwazên wê re bê dayin.
- Kurê girtiyê bi nexweşiya kanserê Adnan Yalçin Welat Yalçin got, ji bo darbest ji girtîgehan dernekeve divê bavê wî û girtiyên nexweş hemû bên berdan.