64 jê bêdorveger, herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê de ne
Plaforma Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê diyar kir ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Ocalan 64 jê ya bêdawî û û bêdorveger, herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê de ne.
Plaforma Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê diyar kir ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Ocalan 64 jê ya bêdawî û û bêdorveger, herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê de ne.
Plaforma Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê derbarê grevên birçîbûnê ev agahî da, “Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 51 roj in di greva birçîbûnê ya bêdorveger û bêdawî de ye. Çalakiya Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan pêl bi pêl mezin dibe. Di dîrokên cihê de li girtîgehên Tirkiyeyê 64 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine. A niha jî herî kêm 600 girtî di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.
Bi sedan çalakger û siyasetmedar ên ku belasebeb hatine girtin li girtîgehan bi grevên birçîbûnê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Tê zanîn ku di sala 2012’an de jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û bi peyameke rêzdar Ocalan çalakî hatibû bidawîkirin.
Ji ber vê jî em bang li rayedaran dikin ku divê guh bidin vî dengî.
Di heman demê de em bang li alîgirên demokrasiyê jî dikin ku xwedî li van daxwazan derkevin.”