Temellî: Kes nikare îradeya me desteser bike!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî diyar kir ku Tirkiye di navbera tecrîd û demokrasiyê de maye û Leyla Guven silav kir. Temellî got: “Em ê careke din nîşanî vê desthilatdariyê bidin ku ew nikarin îradeya me desteser bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Tûrgûtlûya Manîsayê bi gel re civiya û rojev nirxand.

‘LEYLA GUVEN 50 ROJ IN LI BER XWE DIDE’

Temellî di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Leyla Guven bi helwesta xwe ya xurt di greva birçîbûnê de 50 roj li pey xwe hişt. Divê em bibin dengê Leyla Guven. Divê em wî dengî bigihînin her derê. Ji bo jiyan, mirovayetî, xwezayê divê em li hemberî vê zilmê derkevin. Heta ku ev zilm hebe, ew ê tecrîd û şer bidome.

YA TECRÎD YA DEMOKRASÎ

Li pêş me du bijartek hene, yan tecrîd yan jî demokrasî, yan dîktatorî yan jî demokrasî. Tercîha me demokrasî ye. Em li hemberî tecrîdê demokrasiyê diparêzin. Ji ber ku faşîzm li ser tecrîdê xwe ava dike. Meseleya herî girîng a vî welatî, doza Kurdan e. Heta ku doza Kurdan neyê çareserkirin, li Tirkiyeyê tu mesele nikarin werin çareserkirin. Bi çareserkirina doza Kurdan em ê karibin dahatûyekê ava bikin. HDP’ê li ser demokrasiya radîkal xwe mezin kir û heta îro. Em silavên xwe ji rêzdar Ocalan re dişînin, ê ku xwediyê vê fikrê ye.

Heke îro em tiştên tên serê Kurdan nebînin, ew ê şîdet were li deriyê we jî bixe. Gelê Tirkiyeyê heke werin ba hev, em dikarin vê zilmê têk bibin. Li hemberî her zilmê em têkoşiyan. Çawa ku em ê hesabê Roboskiyê bipirsin, em ê hesabê bodrûmên Cizîrê jî bipirsin. Em hesabê qetilkirina malbata Şenyaşar jî bipirsin. Ji ber ku di stûyê me de, ev deynek e.

KUJERIYEKE BI NÎJATPERESTÎ

Welateke ku tenê ji bo ku Kurd e tên qetilkirin. Weke mînaka Sarikaya. Kadîr Sakçi ji ber ku Kurd bû hate qetilkirin, Sakçi ne yê destpêkê ye û heta ev hişmendî dom bike jî wê ne be yê dawî jî. Welatî ji ber ku tenê bi Kurdî daxivin û Kurdin li vî welatî tên kuştin.

Wisa difikirin ku dema hevalên me bên destgîrkirin em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Em dev ji têkoşînê bernadin.

‘AKP DIJMINÊ KURDAN E’

Her diçe ev welat nêzî hejariyê dibe. Hejarî ne di xema vê desthilatê de ye. Xema wê desthilata wê ye. Hê zêdetir li ser desthilatê mayîn e. Ji vê têr dibin. Tim bi şidet û dijminahiya Kurdan e. Aliyekî van li Efrîn aliyê din li Rojava ne. Her demê ku ev desthilat bibîne ku diheje, senaryoyên şer derdixin pêşiya Tirkiyeyê.

 ‘DAÎŞ’Ê TÊK BIBIN Û WISA BIÇIN’

DYA’yê ragihand ku derdikevin. Em jî dibêjin hê jî li wir xeteriya DAÎŞ’ê heye. Hêzên navneteweyî li gel hêzên herêmîne, tavilê divê xeteriya DAÎŞ’ê li Sûriyeyê bi dawî bibe.

‘NIKARIN VÎNA ME ÎPOTEK BIKIN’

Hilbijartina 31’ê Adarê di warê demokrasiyê de gavekî girîng e. Li gorî em ê li her deverên Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin û bi gelê xwe ve bi hêz tevlî xebatan bibin. Em ê carekî dibin nîşandan ku nikarin vîna me îpotek bikin û nikarin vîna me bi qeyûman desteser bikin.”