Hevşaredara girtî Altûn jî di greva birçîbûnê de ye

Greva birçîbûnê ya 10 rojan a Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak ku li cihê wê qeyûm hatibû tayîn kirin, ji aliyê Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a li heman girtîgehê ve hate dewr girtin.

Bi sedan girtiyên siyasî ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leya Guven di grevên birçîbûnê de ne. Grevên birçîbûnê bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên.

Bi armanca piştgirîdayîna Leyla Guven Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Jimara 1 a Kocaeliyê 18’ê Kanûnê greva birçîbûnê ya 10 rojan da destpê kirin.

Greva birçîbûnê ya Kişanak ji aliyê Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a li heman girtîgehê ve hate dewr girtin. Greva birçîbûnê ya Altûn wê 10 rojan bidome.