Divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin

Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan xwestin, tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi biryarnameyê hate girtin, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komîsyona Girtîgehan a Enqereyê li ser grevên birçîbûnê û tecrîdê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Civîn li Navenda Giştî ya ÎHD'ê pek hat û Berdevkê OHP'ê yê Enqereyê parêzer Alîşan Şahîn, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, endamê ÇHD'ê parêzer Riza Karaman, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen beşdarî civînê bûn.

Turkdogan bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Turkdogan bi bîr xist, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 51 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û got, li 18 girtîgehan 80 girtî ji bo rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger kirine.

'DAWÎ LI NEHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ BÎNIN'

Turkdogan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 kesên pê re li Girtîgeha Îmraliyê nikarin parêzer û malbatên xwe bibînin û got, ev yek li dijî Qanûna Bicihanîna Cea ya bi hejmara 6275'an, li dijî rêvebername û rêziknameya bicihanîna ceza ye.

Turkdogan got, "Wezareta Edaletê divê tavilê vê pêkanîna li dijî qanûnê bi dawî bike û bihêle ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê karibin mafên xwe bi kar bînin."

Ozturk Turkdogan got, ji bo mafên mirovan neyên binpêkirin, ÎHD, TÎHV, OHP, ÇHP û komîsyonên girtîgehan û mafên mirovan ên baroyan tevî rêxistinên tenduristiyê di nava koordînasyoneke hevpar de tevdigerin.

'DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN'

Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî bi bîr xist, sala 2005'an 55 hezar kes li girtîgehan bûn, lê ev hejmar bûye 260 hezar kes û got, "Tê dîtin ku ji aliyê mafên mirovan ve li girtîgehan pirsgirêkên giran hene." Bakkalci bi dewamî got, "Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye. Bi rengekî kêfî li girtîgehên Tirkiyeyê bi cih tê anîn û divê tavilê were rakirin.

Bakkalci anî ziman, grevên birçîbûnê şêweyekî îfadekirinê ye û got, divê vîtamîna B1 her roj bê dayin.

Berdevkê OHD'ê yê Enqereyê Alîşan Şahîn jî got, "Eger qanûna bicihanîna ceza li her girtîgehê bi rengekî cuda bi cih were anîn, wê baweriya bi dewletê nemîne."

Endamê ÇHD'ê parêzer Riza Karaman diyar kir, greva birçîbûnê şêweyekî fikir û îfadeyê ye û got, "Em ê destekê bidin van çalakiyên ku ji bo şikandina tecrîdê dest pê kirine."

HIŞYARIYÊN JI BO TENDURISTIYÊ

Turkdogan ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne ev hişyariyên tibî da:

"* Divê ji bo kesên di greva birçîbûnê de ne her roj bi kêmanî bi 5 tas av, bi 2 kevçiyên çayê xwê, bi 5 kevçiyên xwarinê şekir, bi kevçiyekî karbonat û 500 mg vîtamîna B1 bê dayin.

* Pêwîste vîtamîna B1 bê peydakirin û ji çalakgerên greva birçîbûnê re were dayin.

* Di dema greva birçîbûnê de girîng e rîskên tenduristiyê yên ji ber şert û mercên din derdikevin pêşiya çalakgeran ji holê werin rakirin. Malzemeyên tên bikaranîn divê paqij bin. Li cihekî bi nêm neyên hiştin, liv û tevger li wan neyê ferzkirin.

* Ji bo girtiyên di grevê de ne yên nexweşiyên wan hene, divê agahî bê dayin bê dermanên berê bi kar dianîn çawa bi kar bînin.

* Ji bo alîkarî bi çalakgerên greva birçîbûnê re were dayin, agahî û derfetên pêwîst bên dayin.

* Kesên dest bi greva birçîbûnê kirin, ji aliyê doktorê ku ew bi xwe dixwazin werin kontrolkirin û rojane li ser rewşa wan a tenduristiyê bên agahdarkirin.

* Ji bo tedawiya piştî bidawîbûna greva birçîbûnê agahî ji çalakgeran re bê dayin û doktor û personelên tenduristiyê di vî warî de amadekariyan bikin.

* Serdana 'Heyetên Çavdêriya Tibî ya Serbixwe' ya ji rêxistinên pîşeyî, tenduristî û mafên mirovan pêk tê, ji bo kontrokirin û tedawîkirian girtiyan girîng e. Divê derfet werin dayin ku heyet bi hêsanî biçin girtîgehan.

* Di serî de Leyla Guven, ji bo girtiyên din ên ketine greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger nekevin rewşeke metirsîdar, em bang li Wezareta Edaletê dikin ku ji bo rakirina tecrîdê tavilan gavan biavêje."