Li Torontoyê bîranîna Roboskî û Mereşê

Qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê li bajarê Torontoyê hatin bîranîn û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi wesîleya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskî civîneke bîranînê li dar xistin.

Civîn li Navenda Civaka Kurd a li Torontoyê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyona li ser komkujiyên Roboskî û Mereşê hate amadekirin, hate nîşandan.

Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Gelê Kurd a Torontoyê Gokhan Ozbay piştre axivî û got, "Li Tirkiyeyê ku kevneşopiyeke xwe ya demokrasiyê nîne û cihêrengî jî li şûna dewlemendiyê weke metirsiyê tê dîtin, herî zêde Kurd û bawermendên Elewî hatin kuştin, hatin asîmîlekirin û koçberkirin."

Ozbay bi bîr xist, 19'ê Kanûna 1978'an komên çete yên neteweperest û olperest 7 rojan êrîşî mal û kargehên Kurdên Elewî kirin, bi sedan kes bi xwînxwarî kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin.

Ozbay got, ji ber ku darizandineke adîl nehate kirin û êrîşkar hatin pîrozkirin, niha jî işaret li ser deriyê malên Elewiyan tên danîn û dest li jiyana wan tê werdan.

'XELAT JI KUJERÊN KOMKUJIYA ROBOSKÎ RE HATE DAYIN'

Ozbay bi bîr xist, 28'ê Kanûna 2011'an, balafirên şer ên Tirk bombe li gundiyên Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê barandin, piraniya wan zarok 34 gundî bi xwînxwarî kuştin. Ozbay got, "Dema ku mijar Kurd be, cezakirin li aliyekî, Tayyîp Erdogan wezîfeya wî fermandarî bilind kir. Bi vî rengî nîşan da ku kuştina Kurdan tiştekî normal e ji bo wan û yên vê bikin wê bên pîrozkirin. Erdogan bi vî awayî pêşengî ji komkujiyên nû re kir û cesaret da komên çeteyan."