Soro: Rûsya dixwaze xeyalên xwe yên du sed salan pêk bîne

Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro, ku siyaseta Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn baş dişopîne, polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyeyê û bandora siyasetên li herêmê ya li ser Sûriyeyê nirxand.

Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro yê ku siyaseta Rûsyayê û ya Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, derbarê geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, biryara vekişandina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û polîtîkayên li Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

Selahattîn Soro diyar kir ku Rûsyayê bi dagirkirina Efrînê re destûr da Tirkiyeyê ku Tirkiye sînorê Sûriyeyê derbas bike û got, "Di dagirkirina Efrînê de berxwedana 58 rojan a YPG, YPJ û Kurdên welatparêz mohra xwe li sala 2018'an xist. Tê dîtin ku Rûsya û DYE'yê li gorî xwe axa Sûriyeyê wekî Rojhilatê Firatê û Rojavayê Firatê di nava xwe de par ve kirine. Kurdan li ser xeta Efrîn, Heleb û Şamê bi Rûsyayê re û li Minbic, Tebqa, Reqa û heta Dêrikê bi DYE û hêzên koalîsyonê re siyaseteke bi hevseng bi rê ve bir. Rûsya du sed sal in hewl dide dakeve Behra Spî û Rojhilata Navîn. Ev hedefa wan a stratejîk e. Rûsya yek ji wan welatên sereke ye ku çekan difiroşe welatan. Rûsya hewl dide di Rojhilata Navîn de bandora xwe ava bike. Ji ber şerê li Sûriyeyê, Rûsyayê ji bo rizgarkirina rejîmê daket Rojhilata Navîn û li Behra Spî çeper ava kir. Rûsyayê bi vê rewşê re tevlî şerê li herêmê bû. Hemû koalîsyonên welatên rojava diyar dikirin ku wê rejîma Esad têk biçe û ew ê rejîmeke din were avakirin. Lê Rûsya û Îran tevlî vî şerî bûn û nehiştin rejîma Esad hilweşe. Bi vê re jî di şerê li Sûriyeyê de bi mudaxeleya Rûsyayê re hevsengek çêbû. Li aliyekî mêzînê koalîsyon heye ya ku DYE pêşengiyê ji wan re dike û li aliyê din jî hêzên din hene yên ku Rûsya pêşengiyê ji wan re dike. Rûsya li gorî zagonên navneteweyî û li gorî destûra bingehîn a Sûriyeyê li wê derê ye. Rûsya li vê derê tevlî şer bû û li hemberî DAÎŞ, El Nûsra û Ehrar El Şamê tevî rejîm, Îran û Hîzbûllahê serketinên mezin bi dest xist û pozîsyona xwe ya li wê derê xurt kir."

SEDEMA KU RÛSYAYÊ DESTÛR DA TIRKIYEYÊ

Soro diyar kir, polîtîkaya Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn li ser berjewendiyan ava bûye û got, "Herî zêde Rûsya rastiya Kurdan a li Rojhilata Navîn dizane û aliyên wê yên jeostratejîk û civakî baş dinirxîne. Rûsya erdnîgariya Kurdistanê û civakbûna Kurdistanê baş dizane. Di heman demê de ya ku siyaseta pragmatîst ava dike jî Rûsya ye. Ji ber vê jî Rûsya xwe nêzî Tirkiyeyê dike û ji ber ku welatekî cîran e jî. Di warê polîtîkaya enerjiyê de jî Tirkiye jê re guzergaheke transît e. Di dîrokê de dewleta Osmanî û Rûsyayê her dem li dijî hev şer kirine û lê her dem bi hev re têkilî jî danîne. Du gef li ser Rûsyayê hene yek jê Tûranîzm e û ya din jî îslama siyasî ye. Vê polîtîkaya Tirkiyeyê ya Tirk-Îslam ji bo Rûsyayê gefeke mezin e. Piştî krîza balafirê, her kes li bendê bû ku Rûsya li dijî Tirkiyeyê şer bike lê Rûsyayê li Sûriyeyê Tirkiye ber bi xwe ve kişand. Xwest Tirkiyeyê li dijî NATO'yê bi kar bîne û wê bîne hemberî DYE'yê. Rûsyayê xwest li Efrînê bi destê Tirkan êrîşî Kurdan bike û Tirkiye û NATO'yê bînin hemberî hev. Hesabê wan ev bû ku ew ê Kurd ji DYE'yê dûr bikevin û xwe nêzî Rûsya û rejîmê bikin. Ev planên Rûsyayê pêk nehatin."

POLÎTÎKAYA RÛSYAYÊ YA ROJAVA

Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro diyar kir ku polîtîkaya Rûsyayê ya ji bo Kurd û Kurdistanê, tu sûda wê ji bo Kurdistanê tune û got, "Ji Serhildana 1921'an Qoçgiriyê, Komara Mehabadê û heta Komploya li ser Rêber Apo ya di sala 1999'an de Rûsya tu sûda wê ji bo Kurdan tune. Di dagirkirina Efrînê de jî me dît. Polîtîkaya Rûsyayê ya ji bo Kurdan hene û divê Kurd bi kitekit vê polîtîkayê fêm bikin û li gorî wê siyasetê bikin. Di dagirkirina Efrînê de me dît ku dema Kurd aliyekî îhmal bikin hevseng xerab dibe û vê xerabûna hevsengê xisarê dide Kurdan. A niha Efrîn hatiye dagirkirin û li wê derê berxwedaneke mezin heye."

VEKIŞANDINA DYE'YÊ YA JI SÛRIYEYÊ

Selahattîn Soro anî ziman ku tu kes ne li benda vekişandina DYE'yê ya ji Sûriyeyê bû. Soro got, "Herî zêde mirov dikare vê bandora matmayînê di nav rêveberiya DYE'yê de bibîne. Em dizanin ku Wezîrê Parastinê James Mattîs û Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê McGurk ji ber vê biryarê îstîfa kirine. Îsraîl, Îngîltere û Elmanya di serî de gelek welatên Ewropayê ji ber vê biryarê fikarên xwe eşkere kirin. Ez dixwazim balê bikşînim ser vî tiştî, komploya di sala 1998-1999'an de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li Sûriyeyê pêk hatibû. Di salvegera 20'emîn a komployê de em dibînin ku heman komplo li dijî rêveberên Tevgera Azadiyê ya Kurdan tê kirin. Biryara DYE'yê ya ji bo rêveberên Tevgera Azadiyê ya Kurdan, rewşa li Rojava û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Mexmûr û Şengalê girêdayî hev in. Di qada navneteweyî de siyaseta Kurdan a li Rojava û Şengalê tê terorîzekirin, sembol tên qedexekirin û deriyên dîplomasiyê tê girtin. Ev tişt têkiliya xwe bi dagirkirina Efrînê heye.

Li ser zemîna Sûriyeyê di salên 1998 û 1999'an de hewl hate dayîn ku di navbera Kurdan û Tirkan de bingeha şerekî mezin were danînin. Rêber Apo ev lîstik dît û pûç kir.

A niha wekî Sûriye û Iraqê heke li dijî Îranê êrîşek pêk were, hêza herî birêxistin û mobîlîze Kurd in. Ji bo berterafkirina vî tiştî wekî êrîşa li dijî Seddam ji bo qanihkirina Tirkan di sala 1998-1999'an de li dijî Rêber Apo komployek hate kirin. Beriya êrîşên li dijî Îranê jî hewl tê dayîn ku li hemberî pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdan û Tevgera Azadiyê komployek were kirin. Ne tesaduf e ku ev komplo li Sûriye û Efrînê hatibe destpêkirin. Rêber Apo hişyariyeke mezin kiribû û diyar kiribû ku Modernîteya Kapîtalîst a Navneteweyî li ser zemîna Sûriyeyê dixwaze Kurd û Tirkan bera ber hev bide. Heke Tirkiye ji Cizîrê heta Kobanê, Minbic, Serê Kaniyê û Dirbêspiyê dest bi dagirkirinê bike, ew ê deriyên dojehê were vekirin."

LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI DIJÎ ROJAVA HELWESTA HÊZÊN KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ

Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro diyar kir ku heke êrîşeke bi vî rengî pêk were wê welatên li rojavayê cîhanê çavê xwe ji Tirkiyeyê bigirin. Soro got, "Her çiqas li herêmê dûvikên wê hebe jî em dikarin bibêjin ku DAÎŞ'ê li herêmê rola xwe temam kiriye. Lê DAÎŞ ew ê bixwaze ku bi awayekî din êrîşên xwe bidomîne. Tişta li vê derê xeteretir ev e ku, di esasê feraseta DAÎŞ'ê de, li Tirkiyeyê rastiya AKP û MHP'ê heye. Ev di forma dewletê de ye û bêtir bi xetere ye. Bêtir barbar in. Ji ber têkçûna DAÎŞ'ê Tirk gelekî hêrs in. Tirkiye tişta ku DAÎŞ bi ser nexistiye, ew ê hewl bide ew bike. Ji xwe desthilatdariya AKP û MHP'ê tê wateya ku li hebûna DAÎŞ'ê li Tirkiyeyê didome.

POZÎSYONA RÛSYAYÊ

Rûsya ew ê li Sûriyeyê siyaseteke wisa pêk bîne: Ew ê ewlehiya Îsraîlê nexe xetereyê. Ew ê hewl bide destketinên xwe yên li Lazkiye û Behra Spî biparêze. Ew ê Rûsya bixwaze ku di warê guzergeha enerjiyê de xwediyê gotinê be. Di heman demê de ji bo Tirkiyeyê ji welatên li rojavayê cîhanê dûr bixe, ew ê di nav hewldanan de be. A niha bi piştgiriya Tirkiyeyê li herêma Îdlîb û Şehbayê gelek komên terorîst hene. Dibe ku di demên pêş de ev kom êrîşî Heleb, Lazkiye û Şamê bikin. Ji ber ku ev rêxistinên zindî ne û di destê wan de çekên pêşketî hene. Ev hemû hêzên profesyonel in ên ku ji artêşên welatên cihê veqetiyane. Ew ê texmîneke wisa ne şaş be, heke li ser xeta Qendîl û Lêlkanê gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bihata tasfiyekirin, ev mîlîtanên îslamîst ew ê li hemberî Îranê bi destê Tirkiyeyê bihatina bicihkirin. Ev plan di sala 1998'an de hate pûçkirin lê hê jî zindî ye. Ji ber vê jî Rûsya di warê Îdlîbê de gelekî bi hêrs e. Hebûna Rûsyayê ya li Sûriye û Rojhilata Navîn li gorî çareseriya li Îdlîbê ew ê pêk were."

EW Ê LI SÛRIYEYÊ ÊDÎ ÇI PÊK WERE?

Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK'ê Selahattîn Soro diyar kir ku li herêmê kaos didome û got, "Hêzên li wê derê mudaxeleya di warê leşkerî de negihandin encamekê. DYE gotiye em ê xwe vekişînin lê divê mirov ne li benda wî tiştî be ku ew ê hemû hêzên xwe vekişînin. Îngîltere, Fransa, Elmanya û endamên din ên koalîsyonê diyar dikin ku ew ê li wir bin. Tirkiye li wê derê dagirker e û hêzeke zêde ya Îran û Hîzbûllahê heye. Li herêmê hê çareserî pêk nehatiye. Mirov nizane ew ê kîjan hêz di kîjan pozîsyonê de be. Lê ji bo Kurdan rîskên mezin hene, di heman demê de derfetên şoreşgerî jî ji bo Kurdan hene."