'Hemû girtîgeh bûne Îmrali'
Ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Kenan Maçoglu got, polîtîkayên şer ku 5'ê Nîsana 2015'an hatin sazkarkirin, bandora xwe li ser girtîgehan jî kir û domand,''Girtîgeh bûne Îmrali? Erê, tam jî wiha bû''.
Ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Kenan Maçoglu got, polîtîkayên şer ku 5'ê Nîsana 2015'an hatin sazkarkirin, bandora xwe li ser girtîgehan jî kir û domand,''Girtîgeh bûne Îmrali? Erê, tam jî wiha bû''.
Parêzer Maçoglu têkilî girtîgehên Tirkiyeyê, polîtîkayên AKP'ê yên li ser girtîgehan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Maçoglu got polîtîkaya girtîgehê ya serdema AKP'ê berdewama polîtîkaya beriya wê ye û domand, ''Piştî qedandina pêvajoya diyalogê jî konsepta şer a dema nû, li girtîgehan gelekî bandora xwe kir û pêleke şid a êrîşê derkete holê''. Maçoglu bi domdarî diyar kir, ''Piştî Rewşa Awarte jî pergala Girtîgehê ya Imraliyê, li hemû Tirkiyê bûye sazûmanî'', polîtîkaya dewletê ya bi mebesta ku vîna girtiyên siyasî dîl bigire, vê demê bi amûrên cuda didome. Parêzer Maçoglu wiha dmand: ''Şerên giran ên tecrîdê ên Girtîgeha Imraliyê, polîtîkayên zextê, mîna bernameyeke siyasî ji hêla AKP'ê ve li ser hemû civakê tê ferzkirin. Piştî 5'ê Nîsana 2015'an girtîgeh bûne Imraliyê? Belê, tam jî wiha bûye.''
LI SER GIRTÎGEHÊN NÛ ZEXT
Maçoglu got li ser girtîgehên nû ji bo ku mafên girtiyan ku bi berxwedana xwe bi dest ve anîne sînordar bikin, tiştên kêfî li ser girtiyan bikin û hegemonyaya xwe ava bikin polîtîkayên taybet ên zextê li ser girtîgehan datînin.
Maçoglu bi berdewamî diyar kir Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê dengê xwe dernaxîne, saziyên navnetewjî jî li gel ku bi vê dizanin bêdeng in.
PARÇEYEK JI POLÎTÎKAYA IMHAYÊ
Parêzer Maçoglu bi berdewamî got, piştî ku pêvajo têk çû, weke li hemû qadan, di mijara girtiyên nexweş jî, polîtîkaya giştî ya îmhayê zêde ne cuda ye û domand, ''Di vê pêvajoyê de li gel ku rewşa giranbûna gelek girtiyên nexweş tê zanîn jî, nayên berdan û bi ser de ji ber ku mafê tedawîbûna tê astengkirin mixabin ku jiyana xwe ji dest didin. Helwesta Tiba Edlî û nexweşxaneyan jî vê dema dawî li gorî vê polîtîkayê guherî ye'' û mînaka Dayika Sîsê da û her wiha Koçer Ozdal ku li nexweşxane bi rengekî kelepçekirî jiyana xwe ji dest dabû.
Parêzer Kenan Maçoglu herî dawî got, dema ku mirov bala xwe dide ser hijmara girtîgehên nû yên bi ewlehiya taybet ên ku wê nû werin çêkirin û cihê wan, wê berdewama polîtîkayên berdest bin, zext û gavên kêfî wê zêdetir bibin.