Mihemed Elî: Li herêma me aramî, edalet û hêvî heye

Endamê Komîteya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî ku li aliyê Reqa û Dêra Zorê dixebite, diyar kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û DAÎŞ'ê ew tedbîrên nû digirin û li aliyê din jî hewl didin sîstemeke nû ava bikin.

Endamê Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê ji rêxistinkirina meclîsan berpirsiyar, Hesen Mihemed Elî got, beramberî êrişên dewleta Tirk ne tenê Kurd, hemû milet wê rawestin.

Endamê Konseya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî, nexasim jî di mijarên avakirina meclîsên sivîl li Reqa û Dêra Zorê, beşdarkirina Ereban a nava xwerêveberiyê de xwe da ber barê berpirsiyariyan û bi erkên xwe radibe. Hesen Mihemed Elî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Cenabê te Meclîsên Sivîl ên Reqa û Dêra Zorê re jî xebitî. Tu dikarî ji me re behsa xebatên van meclîsên sivîl bikî û beşdariya miletê Ereb çawa ye?

Em, MSD bi tevahiya meclîsên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re eleqedar dibin. Ev meclîsên nû ji bo xelkê Tebqa, Reqa û Dêra Zorê serdemeke nû ye. Xelkê li vir nexasim jî Ereb, bi dehan salan bi îradeya xwe ti tişt nekiriye. Rejîma Baesê ew bi rê ve biriye û hêviya her tiştî ji rejîmê kiriye. Ev cara yekem e ku xelk xwe bi xwe bi rê ve dibe, karên xwe dike û xwe berpirsiyar dibîne. Ev qonaxeke girîng e. Halê hazir li Meclîsa Reqa, ew xwe bi xwe bi rê ve dibin. Li tevahiya tax û gundan komîn û meclîs tên birêxistinkirin. Asûrî, Ereb, Çerkez û Tirkmen xwedî berpirsiyariyên cihê û pirsgirêkên cihê ne. Ev jî kapasîteya me zêde dike.

Di sedsala 21'ê de serdemeke nû ya Medan dest pê kir û tevgera me pêşengiya vê dike. Me bi hev re DAIŞ şikand. Vê rê vekir li ber serdemeke nû. Niha pirraniya yên di nava QSD'ê de Ereb in. Li Reqayê herî zêde hevalên me yên Ereb şehîd bûn. Yên ku li Dêra Zorê li dijî DAIŞ’ê şer dikin Ereb in.

Li Reqayê ji bilî fînansê, karên çawa yên koalîsyonê û Erebistana Siûdî hene di ji nû ve avakirinê de û tesîra biryara dawî ya DYE'yê wê çi be li ser vê yekê?

Xebata avakirinê girêdayî milet e. Miletê Ereb ê li wir xwe ava dike. Elaqeya wê bi hêzên koalîsyonê û Emerîkayê re nîne. Ew di warê şerê li dijî DAIŞ'ê de destekê didin. Ji nû ve sazûmankirin, rêxistinkirina milet û avakirin wezîfeya me ye. Halê hazir me meclîs bi pêş xistin. Di warê sazûmankirinê û avakirinê de em perspektîfê û destekê didin.

Lê ev ji nû ve avakirin girêdayî çi ye! Her cara ku em herêmeke nû rizgar dikin, mirovên nû tên wir. Ev jî rê vedike li ber wê yekê ku wezîfeyên nû bidin mirovên nû, hin saziyan bên guherandin; ev jî li gorî şert û mercên deverê diqewimin.

Em ê helbet sûdê wergirin ji alîkariyên dewletan. Rûsaya, Îran û Tirkiye jî di navê de bêhtirî 70 welatî di nava koalîsyonê de ne. Em siyasetê dikin û hevsengiyan li ber çavan digirin. Heta niha ti helwêsta me ya weke, DYE nebe, em jî nînin, çênebû. Gava me dest bi vî karî kir DYE nebû. Lê maneya vê ne ew e ku em ê sûdê ji alîkariya dewletan negirin. Ev şerek e. Pêşbirkeke mezin e di navbera me û dijminên me de. Ew hewl didin me têk bibin, em jî hewl didin xwe îsbat bikin. Ta rastî ev hesabpirsîneke dîrokî ye. Yên ku xwe baş bi rêxistin bikin, sîstema xwe ava bikin, mirovan bikin xwedî îrade û hevsengiyên siyasî baş hesab bikin wê bi ser kevin. Heta niha em bi ser ketin û ji niha û pê ve jî em ê bi ser kevin.

Em bi pêş dikevin. Heger hûn bala xwe bidinê ev cara yekê ye ku piştî biryara Trump Emerîka serûbinîhev bû. Ji ber minaqeşyên navxwe, hinan dest ji kar berda. Ev jî cihê me nîşan dide. Cihê me ewqasî stratejîk bûye ku dema hinek li ser me biryarinan bidin, tesîrê li hevsengiyên dinyayê dikin. Asta em gihiştinê dikare tesîrê li dewletên mezin jî dike. Ji ber vê yekê, Kurd û miletên ku tevî Kurdan têdikoşin, divê demê weke demeke li xêra xwe bibînin. Û ji xwe ji bo ku bi rastî jî bi ser kevin biryardar in.

Divê em bêhtir têbikoşin, xwe brêxistin bikin, li hemberî şertên dinyayê yên diguherin û rewşên cihê divê tedbîr bên girtin.

Ji bo vê jî divê em baweiryê bi hev û bi hêza xwe bixwe bînin.

Heta niha ji bo temîr û ji nû ve avakirina bajaran, li xelkê vekirina wan û mijarên debarê û bazirganiyê çi hat kirin?

Gava herêmek ji şer derdikeve, divê ji nû ve bê avakirin. Reqa bi erdê re bû yek. Lê niha rewşa Reqayê ji ya Hums, Dêra Zor, Deraa û Halebê baştir e. Ev bajar di kontrola rejîmê de ne. Xelk ji aliyê rejîmê koçberî aliyê me dibe. Li vir îstîqrar, edalet û hêvî heye.

Li herêma me xelk çandiniyê dike. Em kanalên avdaniyê temîr dikin. Me elektrîk gihand xelkê. Tevî ku Meclîsa me ya sivîl û demokratîk hîna sala xwe li Reqayê ne qedandiye, tiştên bi ser xistî muezam in. Bi dehan pir temîr kirin. Li nava bajêr stasyon çêkirin. Niha mirov biçin Reqa weke berê ji ber qelebalixê bi zor dimeşe. Niha 200 hezar mirov lê dijîn. Bazirganiyê jî dest pê kir. Nanê li Sûriyeyê yê herî erzan li cem me ye. Lîtreya mazotê bi 55 lîreyên Sûrî ye. Li ti devera dinyayê mazota evqasî erzan nîne. Li Reqa, Tebqa û Dêra Zorê 300 hezar xwendekar diçin dibistanê. 800 dibistan hatin vekirin, 11 hezar mamoste hene. Bi sedhezaran mirov hene, kar dikin. Mûçeyên wan jî em didin.

Mesela, 300 hezar mirov kar dikin û heger tu mesrefên wan didî, ev 300 hezar malbat in. Ev geşedaneke baş e. Lê helbet têrê nake. Me ev di nava şerî de bi ser xistine. Li aliyekî em şerê DAIŞ'ê dikin, tehdît hene, li aliyê din jî em sîstemê bi pêş dixin. Bi vî rengî em gelek karan bi hev re dikin. Temîr e, çandinî ye, jinûveavakirina saziyan e; sazûmankirina gund û taxan e, ev ne karên hêsan in. Ya rastî li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurrojhilatê Sûriyeyê me di nava şoreşê de şoreşên mezin kirin.

Gelo li van deveran kesên li ber rêveberiya heyî radibin û elaqeya wan bi çeteyan re nîne, hene?

Helbet wê hebin. Em di meseleya yekrengîbûnê de ne hemfikr in. Cihê ku pirrengî lê hebe, bi sihet e. Hinek li ber radibin, rexneyan dikin. Milet tê rexneyan dike li serokên meclîsan û rêveberan. Carinan jî tê, dibêje, ev bi projeyên we re nakok e û nerazîbûna xwe îfade dike. Xelkê êdî bawerî bi sîstemê aniye, dikare bê û rexne bike. Sîstem li cem me wisa bi pêş dikeve. Lê her kesa li wir dijî, hem yê rexneyan dikin û hem yê nakin, hemû dibêjin, ev serdemeke nû ye, divê em xwedî li destketiyan derkevin. Hin jê jî dûvikên dewletan in. Li gorî daxwazên wan dixwazin vê sîstemê sabote bikin. Hin dûvik û aşîretên Tirkiyeyê li wir bi kar tînin, propagandaya dijber dikin. Lê heger em karê xwe baş bikin, qelsiyên me çênebin, ti kes nikare van li dijî me bi kar bîne.

Em dizanin zexta Tirkiyeyê li ser xeta Girê Spî-Reqa gelek e. Li ser hin eşîran ferz dike hevkariya wê bikin, faaliyetên kontra dike, heta sûîqastên xapandinê jî dike. Ew çiqasî serketî ye helwêsta xelkê deverê çi ye?

Li wir di navbera koalîsyon û Emerîkayê de guhertina plnên A û B çêbû. Digot, Emerîka wê vekişe, em ê bên û sîstema berê ava bikin. Rejîmê, Moskov û Îranê jî. Lê êdî van dest bi rêbazên cihê kir. Tirkiyeyê ji bakur ve bi sûîqastên li dijî QSD'ê xwest milet bitirsîne. Wekî din li Girê Spî dixwaze pirsgirêkan bixe nava eşîran û wan berde hev. Niha jî rejîm li başûr propagandaya, Kurd dixwazin tehekûmê deynin ser we, dikin. Wekî din bi sûîqastên li dijî şêx û mezinên eşîran, hewl didin wan ji me dûr bixin. Peyama wan ev e; heger hûn ji me dûr bikevin, hûn ê bên kuştin. Milet ev fêm kiriye. Beriya çendekê li Reqayê şêxek kuştin, lê di ya xwe de bi ser neketin. Li Tel Ebyadê (Girê Spî) jî xwestin nakokiyan bixin navbera gelan, lê ev jî hat pûçkirin. Rola dewleta Tirk di vê yekê de mezin e. Piştî ku ev rêbaz pûç bûn, niha hewl dide êriş bike. Milet jî, ji ber ku ev cara ewil e ku ev qasî azad bûye, êdî dest pê kir, xwedî li tevgerê derket.

Li hemberî êrişeke berfireh a dewleta Tirk rêxistinbûyîna milet û asta têkiliya wî bi hêzên eskerî re çawa ye?

Herçî hêzên eskerî de, amadekariyên hêzên QSD'ê hene. Şer wê bi xwe re hilweşînê bîne. Heger êriş bibe, milet jî, QSD jî wê li ber xwe bidin, wê bibe qiyamet. QSD li gorî wê xwe amade dike. Milet xwe bi rêxistin dike. Heger bala we kişandibe, di van demên dawiyê de li hemberî tehdîteke herî piçûk jî milet nerazîbûnê nîşan dide. Erebên li deverên herî dûr jî dibêjin, em vê qebûl nakin. Di rewşa êrişekê de Tirkiye wê hemû gelan li beramberî xwe bibîne û wê li wir têk biçe.