ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin, êrîşeke nîjadperestî ye
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser cînayeta nîjadperestî ya li Sakaryayê eşkere kir. Hevseroka Giştî Eren Keskîn got, ya ku hatiye kirin êrîşeke nîjadperestî ye.
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser cînayeta nîjadperestî ya li Sakaryayê eşkere kir. Hevseroka Giştî Eren Keskîn got, ya ku hatiye kirin êrîşeke nîjadperestî ye.
Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serdana malbata Sakçi kir, ku 16'ê Kanûnê li Sakaryayê ji ber êrîşa nîjadperestî Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Sakçi bi giranî birîndar bû.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Veysî Eskî û Bulent Yaşa, ji Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê Meral Çildir li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Keskîn diyar kir, malbata Sakçi beriya 30 salan ji ber şert û mercên giran ên jiyanê ji Mûşê koçî navçeya Hendek a Sakaryayê kir û got, li gorî gotinên malbatê, bêyî hewcedarî kesî bin li navçeyê dijîn.
'PIŞTÎ KU GOTIN EW KURD IN...'
Kesîn diyar kir, 25'ê Kanûnê ew çûne serdana malbatê û rapora xwe ya li ser cînayetê eşkere kir:
"Bi navê malbatê, kekê Kadîr Sakçi Fahrettîn Sakçi agahî da heyeta me. Li gorî gotinên ji heyeta me re hatin gotin, bûyer bi vî rengî qewimî: 16'ê Kanûnê saet 19:45'an Kadîr Sakçi û kurê wî li navçeya Hendekê dema vedigeriyan mala xwe, li ber qehweyê ji aliyê kesekî ve hatin sekinandin. Êrîşkar Hîkmet Ûsta dengê xwe li Kadîr Sakçi û kurê wî bilind kir û pirsa 'Hûn Sûriyeyî ne?' li wan kir. Kadîr Sakçi jî got, 'Na, em Kurd in'. Li ser vê yekê êrîşkar destpêkê sixêf li wan kir û piştre jî 7 caran gule berda Kadîr Sakçi û kurê wî da. Guleyek li binê dilê Kadîr Sakçi ket û yek jî li aliyê rastê yê zikê kurê wî ket. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Bersûc Hîkmet Ûsa bi alîkariya kesekî ji cihê bûyerê reviya. Hîkmet Ûsta ku bi alîkariya kesê bi navê R.E. reviya, li Bûrsayê hate girtin. Kadîr Sakçi jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavdêriyên me, bersûs li dozgeriyê di îfadeya xwe de got, 'Dema ku min pirsî 'Hûn Sûriyeyî ne', gotin, 'Na, em Kurd in, em qet ji Tirkan jî hez nakin'. Ez jî gelekî hêrs bûm û min gule berda wan...' Bersûc Hîkmet Ûsta piştî îfadeyê hate girtin. Lê belê kesê ku tê gotin alîkarî daye wî ji bo bireve û li Bûrsayê pê re hate girtin, tevî daxwaza dozgeriyê ya ji bo girtinê, ji aliyê dadger ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Fahrettîn Sakçi bi navê malbata mexdûr agahî da û got, 'Eger bersûc em bûna, ya jî me alîkarî dabûya kujer, em ê bi malbatî bihatina girtin'. Sakçi nerazîbûn nîşanî berdana R.E. da."
'DI KÎJAN CÎNAYETA SERXWEŞEKÎ DE MALBATÊ ZIYARET DIKIN?'
Keskîn anî ziman, piştî ku bûyer li nava raya giştî hate bihîstin gelek rayedarên dewletê serdana malbatê kirin û got, "Ji bilî dozger, hemû rayedarên dewletê yên bi malbatê re axivîn, ji wan re gotin, 'bûyer ne mêrkujiyeke nîjadperestî ye. Nehêlin ku we bi kar bînin'. Em kesî bi kar nînin. Em aliyê nîjadperestî yê polîtîkaya fermî ya Îttîhatperest a Tirk-Sûnî Misilman baş dinasin. Em zanin ku li vê erdnîgariyê nîjadperestî tê kirin. Bi navê Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê, ji bo em parêzeriya malbatê bikin me hevdîtin kir û wekaletnameya malbatê girtin. Li gorî çavdêriyên me yên di dema hevdîtinê de, bûyer 'cînayeteke nefretê ye ya li ser bingeha nîjadperestiyê hatiye kirin'. Em, parêzvanên mafên mirovan ku bi salan e hewl didin li ber cihêkarî û nîjadperestiyê rabin, yên ku bingehê ji êrîşên nîjadperestiyê re amade dikin, polîtîkaya siyasî ya 'serdstiya Tirk' e."
Di dawiya axaftina xwe de Keskîn got, "Eger ev yek bi rastî jî cînayeteke serxweşekî be ku bi vî rengî tê nîşandan, çima ji walî heta qeymeqam, midûrê emniyetê, fermandar û serşêwirmendê serokkomar serdana malbatê dikin... Biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê, serdana rayedarên payebilind rastiya bûyerê bi zelalî radixe pêş çavan."
RAPOR: ÊRÎŞEKE NÎJADPERESTÎ YE
Di beşa encamê ya raporê de hate gotin, ku Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê tespît kiriye ku êrîşa 16'ê Kanûnê ya li Sakaryayê êrîşeke nîjadperestî ye û wê heta dawiyê bûyerê bişopînin. Hate ragihandin ku ÎHD wê li dadgeriyê wekîliya malbatê bike.