ROJEVA 29'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.

- Parêzerê berê yê Ocalan Mehdî Oztuzun polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk nirxand û got, "Hêzên global naxwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe."

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Komkujiya Roboskî, cesedên zarok û ciwanan ên hatin parçekirin wê ti carî ji bîr neçin. Gelê me û tevgera me ya azadiyê wê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin.

- Ji ber gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di navbera Moskow-Şam û Bakurê Sûriyeyê de danûstandinên xurt ên dîplomasiyê dest pê kirin. Di encamê de hêzên Sûriyeyê û Rûs leşkerên xwe şandin bajarokê Erîma yê Babê û tevî hêzên xweparastinê yên herêmê tevdigerin. Li Erîmayê niha 3 al li ba ne.

- Hevseroka MSD'ê Emîne Omer sala 2018'an ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir, yekane hêza ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê xwedî proje ye, ew in. Omer got, ew hewl didin vê projeyê li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin.

- 11 mehên sala 2018'an nêzî 400 jin hatin kuştin, bi krîza aboriyê re hejmara jinên bêkar zêde bû. Tevî vê yekê jî jin xwedî li qanûna parastinê ya bi hejmara 6284'an derketin û encama vê yekê jî dîtin.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî diyar kir, jinên Kurd pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin û got, dirûşma "Jin Jiyan Azadî" êdî bûye dirûşmeke gerdûnî.

- Çalakiya Xizmên Windayan wê were şopandin.

- Me ji we re bûyerên li qada zanistiyê di sala 2018'an de qewimîn berhev kir.

- Çend ji bûyer û gavên ku tê payin sala 2019'an mohra xwe li qada zanistiyê bixin...