Parlamenterê BDP'ê yê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu got, Komîsyona Jêrîn a Qilabanê ji bo komkujiyê fêhm bike, eşkere bike û berpirsyaran derxîne, bersiv neda ti ji pirsên pêwîstiya wan bi bersivdayinê hebû. Kurkçu diyar kir, di bûyerê de ku diviyabû 34 caran cezayê girtîgehê yê muebbetê bihata birîn, komîsyonê sûcdarekî bi tenê jî nedît û yekane 'sûcdarê' ku di raporê de işaret pê hate kirin, gundiyên Roboskî bû.
Kurkçu anî ziman, rapora komîsyonê li şûna eşkerekirina berpirsyarên komkujiyê, mîna hewldanek ji bo nixumandina komkujiyê bû û got, "Encameke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Encameke wiha bi mirovahiyê, rastiyê, edaletê, dewleta hiqûqê û pîvana serweriya gel nayê."
Ertûgrûl Kurkçu ragihand, komîsyonê bi rapora xwe re hewl da rastiya li Roboskî ji holê rake û got, "Rapora li ber destê me, ji bilî qeyda tinekirina vê rastiyê ku bi destê komîsyona jêrîn hate kirin, nayê ti wateyê. Lê heman rapor ji bo piraniya milet -yanî ji bo gel- bê hikum e."
RAPORA MUFETÎŞ JÎ NEDÎTIN
Çend ji xalên sereke yên şerha mûxalefetê ya Kurkçu wiha ye:
"* Komîsyon ji bo bersiva ji pirsa "Erka fermana lêdanê di destê Serokê Fermandariya Giştî de ye, ya jî Serokwezîr? Ya jî herduyan bi hev re ferman dan?" bi mehan li benda şandin-neşandina belgeyan a ji Serokatiya Fermandariya Giştî sekinî û mijara berpirsyariya Serokwezîr jî qet neanî ser ziman û tenê li bendê sekinî.
* Rapora du mufetîşên mulkiye û mufetîşekî taybet ê jendermeyan ên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin wezîfedarkirin gihîşte encamên welê ku berevajî encamên rapora komîsyonê ne. Rapora komîsyonê bi ti awayî cih neda rapora mufetîşan.
* Komîsyona jêrîn di bin bandora serokê komîsyonê û piraniya endamên wê, yanî di bin bandora AKP'ê de xebitî. Pîvanên zelalî û piralîtiyê di her asta kar de bi vekirî hate binpêkirin. Karê komîsyonê ji destpêkê ve çarçoveya 'nepenîtiyê' de ku ti sedemeke xwe ya maqûl nîne hate kirin.
* Komkujî li ser bingeha şîroveyên Fermandariya Giştî di raporê de hate vegotin. Ev vegotin jî ji destpêkê heta dawiyê senaryoyek e.
* Li gorî senaryoya hate amadekirin: gundiyên Roboskî yên hatin kuştin, bi çûyina 'herêma terorê' re rê li ber komkujiyê vekirin. Ev senaryo bi ti awayî bi bûyerê û delîlan nayê piştrastkirin.
AGAHIYÊN ŞAŞ
* Herêm û rêgeha ku komkujî lê hate kirin, yek ji herêmên spesîfîk ên PKK'ê ji bo kar û rêgehê bi kar dianî nebû.
* Ne rast e ku tê gotin, 'dîmenên balafirên bê mirov ne zelal e ku mirov tespît bikin bê sivîl in an PKK'yî ne'.
* Nirxandina li belgeyên Fermandariya Giştî ku ji komîsyona jêrîn re got, 'leşkeran nekarîn bi zelalî tespît bikin bê terorîst in an sivîl in' ne rast in.
* Ji dîmenên kamera termalê tê dîtin, heywanên ku bar li wan hatiye kirin, li her du aliyên wan tiştên spî yên mezinahiya wan weke hev in, hene. Çavdêr dikarin bi hêsanî tespît bikin ku ev ne çek in.
ÎMHAKIRINA BI ZANEBÛN
* Eşkere ye ku nehatiye nirxandin bê qefle gefeke çawa dixe, bêyî prosedur bi cih were anîn yekser bombe li wan hatiye barndin; beriya bomberdûmanê qefle nehatiye hişyarkirin an jî hewl nehatiye dayin ku teslîm werin girtin.
* Di dema êrîşa destpêkê û piştî wê de, tevî ku ji dîmenên balafirên keşfê yên bê mirov ji her alî ve eşkere bû ku yên dibin hedef sivîl in, operasyon heta kesê herî dawî bê tinekirin, dewam kiriye.
* Eger kesên di nava qefleyê de perwerdeya leşkerî dîtibûna, bi nêzîkbûna F-16 re dema ku pê hesiyan êrîşa hewayî tê kirin wê ji hev belav bibûna û bi vî rengî hedef biçûk bikira. Halbûkî di her çar carên bomberdûmanê de mirovên sivîl, ku piraniya wan zarok û ciwan in, hewl didan li hev bicivin. Eger di operasyona hewayî de armanc ne tinekirin bûya, yên li navenda operasyonê li van dîmenan temaşe dikirin, piştî bomberdûmana destpêkê gelo nediviyabû ji nû ve rewşê binirxînin?
Di raporê de hate destnîşankirin ku bersiv ji van pirsan re nehatiye dayin: Operasyon ji aliyê kîjan otorîteyê ve hatiye lidarxistin; kê dîmenên balafirên keşfê yên bê mirov nirxand û nirxandina dawî li ku hate kirin? Îstîxbarata ji bo operasyonê ji ku û ji kê hat? Eger îstîxbarata spesîfîk tine be, ji bo êrîşeke bi balafirên şer kîjan otorîteyê biyar daye; kê fermana lêdanê daye?"
DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN SERLÊDAN RED KIR
Dosya li ser Komkujiya Roboskî zêdeyî 4 salan di navbera dozgerî û dadgeriyên leşkerî û sivîl de hate gerandin, her yekî ji wan radestî hev kirin û herî dawî çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk serlêdana malbatên mexdûr roja 26'ê Sibata 2016'an red kir.
Ji ber ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî qediya, 281 kesî ji ber Komkujiya Roboskî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di Komkujiya Roboskî de 11 xizmên wî hatin kuştin diyar kir ku binpêkirina mafê jiyanê, tespîtnekirina berpirsyaran û mehkemenekirina berpirsyaran mijarên serlêdanê bûn.
DMME'YÊ SERLÊDAN QEBÛL NEKIR
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser serlêdanê biryara 'nayê qebûlkirin' da. Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta ku parêzeran di dema xwe de ewraq neşandine, serlêdan qebûl nekiribû. DMME'yê bi heman hincetê serlêdan red kir.
DESTÛRA KOMKUJIYÊ DIDE HIKUMETÊ
Baroya Amedê, Însiyatîfa Maf, Komeleya Mafên Mirovan, Navenda Mafên Mirovan a Mulkiye û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), nerazîbûn nîşanî biryara DMME'yê ya li ser komkujiya Roboskî dan.
Serokê baroyê yê wê demê Ahmet Ozmen bi navê saziyan daxuyanî xwend û got, "DMME'yê bi rêya vê biryara xwe hem qisûrên Dadgeha Destûra Bingehîn nixumand, hem jî di şexsê doza Roboskî de polîtîkaya bêcezahiştinê ya Tirkiyeyê pejirand.
Ji bo hikumeta ku di bûyera kuştina 34 zarok û ciwanan de berpirsyariya xwe bi cih neanî, destûra kirina bûyerên bi heman rengî da."
Piştî ku DMME'yê biryara redkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn qebûl kir, hêviyên edaletê yên ji bo Roboskî vemirîn. Eger agahî û belgeyên ji bo jinûve darizandinê pêwîst in peyda nebin, ji aliyê hiqûqî ve nepêkane ku berpirsyarên komkujiyê werin darizandin.
RÊYÊN HIQÛQÎ XITIMÎ NE
Serokê komeleya Roboskî-Derê ya hate girtin Velî Encu ku xizmên wî di komkujiya Roboskî de hatin kuştin, anî ziman ku malbatên Roboskî piştî komkujiyê tenê daxwaza edaletê kirin, lê bersiv ji daxwaza wan re nehate dayin.
Encu diyar kir, niha rêyên hiqûqî hemû xitimîne û got, "Li Roboskî sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê hate kirin; bedenên 34 mirovan ku piraniya wan zarok bûn bi bomberdûmana balafirên şer hatin parçekirin. Bi dîtina me, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser komkujiyê, bi ti awayî li hiqûqê nayê. Diviyabû biryareke wiha nedabûya. Ya ku me hêrs dike jî hiqûqnasên me ne ku ev bahane dan destê wan."
DEVEREKE DIN NÎNE KU EM SERÎ LÊ BIDIN
Encu anî ziman, ku hemû rê li ber wan hatine girtin û got, "Deriyê her devera em serî lê bigirin hatiye girtin. Em ê ti carî ji karê xwe yê ji bo edaletê, ji têkoşîna xwe venegerin. Em ê heta dawiyê têbikoşin."
MALBATAN BI TENÊ NEHÊLIN
Encu diyar kir, piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, malbat xwe bi tenê dibînin, hêviya xwe winda kirine û wiha dewam kir: "Em ji gelê xwe dixwazin, ji her kesên ku dibêjin, 'Em ê Komkujiya Roboskî ti carî ji bîr nekin' dixwazin, di salvegera 7'an a komkujiyê de ji bo jibîrnekirina komkujiyê li gel me bin... Li Roboskî sûc li dijî mirovahiyê hate kirin û biryareke wiha ya der barê sûcê dijî mirovahiyê, kuştina hiqûqê ye."
Velî Encu bang li gel û her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' kir ku di salvegera 7'an a komkujiyê de tevlî merasîma bîranînê ya li goristana Roboskî bibin. Encu got, "Malbatên Roboskî bi rastî jî xwe bi tenê dibînin. Biryarên berê yên dadgehên li Tirkiyeyê yên beriya komkujiya Roboskî li pêş çavan e. Biryara wan em bi ti awayî matmayî nehişt. Ji ber ku me ji roja destpêkê ve zanîbûn. Li Zîlanê, li Dersimê jî komkujiyên bi heman rengî hatin kirin. Ji destpêkê ve me zanîbûn ku wê neyên darizandin. Vê yekê em neêşand. Lê belê xemsarî û kêmasiya hiqûqnasên me em êşand. Tevî van hemûyan jî bang li her kesî dikim ku ji bo hêviyê, ji bo edaletê li Roboskî bin."