Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê demildest tecrîd bidawî bibe

Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê diyar kir ku çalakî her diçin belav dibin, banga çareseriya demokratîk li Tirkiyeyê kir û got; “Divê dawî li tecrîdê were”.

Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya ku ji Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO), Şaxên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ên Stenbolê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV)  pêk tê têkildarî grevên birçîbûnê ya ji bo dawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Abdullah Ocalan didomin li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona civînê pankarta “Em alîgirên jiyanê ne û mafê jiyanê diparêzin” daliqandin.

‘JI BILÎ MAFÊ JIYANÊ TIŞTEK GIRÎNGTIR NÎNE’

Rêveberê ÎTO’yê doktor Murat Ekmez daxuyanî xwend. Ekmez diyar kir ku carek din grevên birçîbûnê di rojevê de ye û got: “Di mijara grevên birçîbûnê mixabin em welatê herî bêtecrûbe yên dinyayê ne. Em wek saziyên mafên mirovan ji bo van grevên birçîbûnê bi xetere ne. Ti tiştek ji jiyana mirov ne çêtir e. Em vê yekê carek din bi bîra raya gitşî Tirkiyeyê dixin. Ew daxwazan xwe bi şeklek protestoyê tînin ziman. Her roja diçe hejmara çalakgeran zêde dibe. Hejmar niha gihîştiye 300 kesî. Em ji bo jiyana girtiyên 55 roj in di greva birçîbûnê de bikar in. Bijîşk kontrolên çalakgeran bi rêkûpêk nakin. Vîtamînên B1 û B baş nadin wan. Pirsgirêkên bingehîn ên jiyanî û civakî diqewimin.”

Ekmez da zanîn ku ji bo ew li mafên tenduristiyê û mirovan ên girtiyan bişopînin Heyeta Şopandinê ava kirine û ew ê hemû mafên girtiyan di warê hiqûqî, exlaqî û tibî de bişopînin.

Ekmez daxwazên girtiyan ên vexwarin, tenduristiyê û hiqûqî rêz kir û xwest demil dest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.

‘DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’

Piştî daxuyaniyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî axivî û got: “Em daxwaz dikin ku demildest dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin da ku grevên birçîbûnê bi dawî bibin.”

‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ GREVAN’

Hevserokê Şaxa SES’ê ya Anadoluyê Erdal Guzel jî anî ziman ku ew dixwazin pêşiya Heyeta Şopandinê bê vekirin û got: “Yên girîng ne em in. Ya girîng ew kesên di greva birçîbûnê de ne. Divê tecrîd bê rakirin.” Guzel got ew ê bibin şopdarên grevên birçîbûnê.

Ji TÎHV’ê Ayşe Çetîntaş jî got: “Ji bilî mafê jiyanê tu tiştek bi qîmetir nîne.”