Dest danîn ser pasaporta boksorê Kurd Ozen!

Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ê ku li Elmanyayê dijî, bi hinceta ku ‘li Tirkiyeyê biryara girtinê li ser wî heye’, Konsolosxaneya Tirk dest danî ser pasaporta wî.

Îsmaîl Ozen ê ku li Elmanyayê boksorekî serkeftî ye, di demên dawîn de bûye hedefa dewleta Tirk. Ozen di 6’ê Sibatê de ji bo karekî burokratîk çû Konsolosxaneya Komara Tirkiyeyê ya li Hambûrgê. Konsolosxaneyê bi hinceta ku ‘li Tirkiyeyê biryara girtinê li ser wî heye’ dest danî ser pasaporta wî.

Ozen derbarê meseleyê diyar kir ku rayedarên konsolosxaneyê jê re gotine ku, biryara girtinê ji ber gilî û fermana Wezaretên Karên Navxweyî û ya Edaletê hatiye dayîn.

Ozen got: “Erdogan li Ewropa û Elmanyayê berê alîgirên xwe dide Elewî û Kurdan û ji ber vê jî ez kirime hedef. Berdêla wê çi dibe bila bibe, ez berdêla vî tiştî bi jiyana xwe bidim jî, ez ê tu caran bi paş ve gavan neavêjim.”