Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Îmraliyê' weşand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqiya ku sala 2018'an li Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin, kir rapor û weşand.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora xwe sala 2018'an a li ser Girtîgeha Îmraliyê bi raya giştî re parve kir.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya 2018'an a der barê rewşa girtîgehê û hiqûqê bi raya giştî re par ve kir.  Buroyê di raporê de got "Ji ber ku CPT di vê pêvajoyê de erka xwe pêk nayîne, bandorek neyînî liser Pergala Tecrîdkirina Îmraliyê dike." 

Buroya  Hiqûqê ya Sedsalê rapora Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê ya 2018'an bi raya giştî re par ve kir. Buroyê di raporê de diyar kir ku sala 2018'an de rêveberiya dijdemokratîk li Tirkiye bûye sazî û kûr bûye û wiha got: "Piştî bi minasebeta 15-20'ê Tîrmeha 2016'an hewldana darbeyê Rewşa Awarte hate  ragihandin û BHQ sazkar kini. BHQ yên ji bo dembarî sazkar kirin wekî zagonan li ser civakê ferz kirin û van BHQ'yan xizanên pir kûr ava kirin. Vê yekê herî zêde bandora xwe li ser pergala Îmraliyê kiriye, ku ev 20 sal in tecrîd lê heye. Tecrîd, bêhiqûqî û pêkanînên keyfî ku heta 15'ê Tirmeha 2016'an berdewam kirin, piştî Rewşa Awarte hat îlankirin vê rewşê bi BHQ'yan berdewam kir. Pişti Rewşa Awarte rakirin jî BHQ di sala 2018'an de kirin zagon û rewşa Rewşa Awarte'ê mayinde kirin. Tecrîd di bin kilifên cuda de berdewam kiriye. 
 
TECRÎDA 3 GIRTIYÊN DIN JÎ BERDEWAM KIRIYE
 
Buroyê di raporê de diyar kir ku di sala 2018'an de tecrîdê li ser muwekîlên wan ên Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysi Aktaş û Omer Hayri Konar jî berdewam kiriye û mafê wan ê hevdîtina parêzer, malbatê hatiye redkirin û mafê wan ê telefon, name, faks û hemû amûrên ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Buroyê di raporê de wiha got: "Ev rewş ne tenê carekê û çend çaran mafê wan hatiye binpêkirin. Mafê wan bi awayekî rêk ûpêk bi pergalî bêdawî hatiye binpêkirin. Ev “Tecrîda mutlaq e" Li Îmraliyê "qedexeya îşkenceyê' bi awayekî kûr û bênavber hatiye îhlalkirin. Tevahiya maddî û manevî ya muwekilên me yên li Îmraliyê tên parastin an nayên parastin em di nava fikaran de ne. Fikarên me her ku diçe zêde dibin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 20'ê Tîrmeha 2016'an bi hinceta keştî xerabe ye hevditina parêzeran dihatin astengkirin. Lê piştî 20'ê Tîrmeha 2016'an 1'emîn Hekîmê Înfazê ya Bûrsayê bi biryara diroka 21.07.2016'an û hêjmara 2016/56'an bi awayeki keyfî hevdîtin red kiriye. Bi vê biryarê mafê muwekilê me yê ragihandina bi nivîskî, devkî ya bi derve re bi temamî hatiye qedexekirin. Dîsa bi tevahî ziyaret hatine qedexekirin. Heta dîroka 28.02.2018'an hemû hevdîtin bi vê hincetê hatin redkirin. 
 
Di meha ewil a 2018'an de serlêdan kir. Lê ev serlêdan bi biryara 21'ê Tîrmeha 2016'an hat asteng kirin. Di 02'ê Adara 2018'an de em fêr bûn ku 1’emîn Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê biryarek din a heman dîrokê û hêjmara 2018/2 D.'an  a astengkirinê daye.  Di vê biryarê de hat diyar kirin ku bi guhertina BHQ'ê yahêjmar 5237'an a Sererastkirina Zagon Înfazê pêk hatiye. 
 
Buroyê di raporê de da zanîn ku di Hêjmara 5275'an a xala 59/4-5-7-8’an û Biryarnameya Hêjmar 676'an de xala  6’emîn hatiye bicih kirin û ev xal li dijî zagon û hiqûqê hatiye bicih kirin. Buroyê di raporê de wiha got: "Di serlêdana 02.03.2018'an de beyî şertên xala 59’an pêk bê, biryara redkirinê daye. Li gorî vê zagonê ji bo biryar pêk bê, divê berî wê hevdîtina malbat û parêzeran pêk bê. Lê tiştekî wisa tune ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha hevdîtina parêzeran pêk nehatiye. 
 
'ASTENGÎ DÛRÎ HIQÛQÊ YE' 
 
Biryara 1'emîn Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê ku ku di 2'ê Adara 2018'an de der barê hevdîtina malbat û parêzeran de daye û rê li pêş hevditinan girt, li dijî zagon û hiqûqê ye. Di 10'ê Îlona 2018'an de malbatê xwest hevditin bikin. Lê vê carê dîsa gotin 'Keştî xerabe ye' Di 17'ê Îlona 2018'an de ve carê malbatê xwest hevdîtin bikin. Vê carê hinceta biryara Lijneya Dîsiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ya dîroka 14.09.2018 û hêjmar ve 201871-2-3-4  ku rastî 3  meh cezayê dîsîplînê hatiye nîşan dan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê parast ku Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê di 14'ê Îlona 2018'an de cezayê dîsîplînê dane û heta 3 mehan nikarin hevdîtinan bikin û serlêdanên parêzerên malbatan red kirin. Li gorî serdozgeriyê diviya bû biryara cezayê dîsîplîne di 14'ê kanûnê de bi dawî bûbûya. Lê tevî vê yekê dîsa daxwaza malbatan a hevdîtinê hat redkirin. Piştî parêzerên malbatê ev yer îtiraz kirin, hincetek din nîşan dan. Malbatan di 14, 21 û 28'ê Kanunê de dîsa bi riya parêzeran serlêdan kirin û bi hinceta  "Sînordarkirina der barê Hikûmxwaran" a girêdayî “Qanûna hêmar 5275'an a der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê" de parêzeran dîsa serî li 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursa dan û biryar îtiraz kirin. Lê dadgeriyê li gorî daxwaza dozger red kir. Dadgeriyê diyar kir ku 3 meh cezaye dîsîplîne bi biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran Bûrsayê di 19'ê Cotmehê de hatiye erêkirin. Dadgeriyê, dîroka teqezkirinê û destpêka cezayê dîsîplînê cuda şirove kir û parast  ku hêj 3 meh cezayê dîsîplînê bi dawî nebûye. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di serlêdanên parêzer û malbatan de bi hinceta di 14'ê Îlona 2018'an de cezayê dîsîplîne li Ocalan hatiye birîn red dikir. Piştî 14'ê kanûna 2018'an parêzeran dîsa 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê di 14'ê Îlona 2018'an de cezayê dîsîplînê da.' 
 
 
DI 2018'AN DE ZIYARETÊN 102 PARÊZER, 46 MALBAT Û VASÎYAN HAT REDKIRIN
 
Buroya Hiqûqê, destnîşan kir ku di sala 2018'an de serlêdanên parêzeran 102  caran, serlêdanên malbatan û vasiyan 46 caran bi awayeki keyfî hatiye redkirin. Ji xeynî Brêz Ocalan 3 girtiyên din piştî sewqî girtîgeha Îmraliyê kirin ij Wê rojê heta niha malbat û parêzeran bi wan re hevdîtin nekiriye. Heta niha aqûbeta 5 nameyan nayê zanîn. Di 11'ê Îlona 2016'an de carekê bi Ocalan re hevditin hati kirin. Piştî wê hevdîtinê me ji Birêz Ocalan û 3 muwekilên xwe yên din tu agahiyên name, telgiraf, faks û tu agahiyên din nagirtin. Em bi rêya postayê jî tu awayî nagêjin wan. Di 2018'an de me wekî parêzeran di 14.08.2018, 20.09.2018, 09.11.2018, 27.11.2018, 21.12.2018'an de name ji muwekîlên xwe re şandin, lê aqûbeta wan nameyan ne diyar e. 
 
PARA CPT ZÊDE YE
 
Ji pêvajoya tecrîdê dest pê kiriye heta niha em her dem bi Komîteya Rê li Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) re hevdîtin dikin. Em her dem agahiyan bi wan re parve dikin. Me di nava 2018'an de raporên rewş û tespîtên hiqûqû û siyasî yên der barê Birêz Ocalan û Girtîgeha Îmraliyê ji CPT’ê re yandiye. Li gorî vê yekê me raporên ku geşedanên di navbera 01'ê Çile û 25 Hezîrana 2018'an, di navbera 25'ê Hezîran û 10'ê Cotmeha 2018'an û di navbera 12'ê Cotmeh û 31'ê Kanûna 2018'an pêk tê ji CPT re şandin. 
 
'CPT RÊ LI PÊŞ TECRÎDÊ VEDIKE'
 
CPT, herî dawî di 28-29'ê Nîsana 2016'an de Îmralî ziyaret kir. Di ser vê ziyaretê de 2 sal derbas bûn. Lê CPT geşedanên siyasî û hiqûqî yên li Tirkiye pêş ketin li ber çavan negirt. Ji ber ku CPT di vê pêvajoyê de erka xwe pêk nîne, bandorek neyînî liser Pergala Tecrîdkirina Îmraliyê dike. Ji ber ku CPT erka xwe pêk neanîye rê li pêş tecrîdê vekiriye. 
 
* Muwekilê me ku li Îmraliyê girtî ye ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer heta 11'ê Îlona 2016'an ku bi malbatê re hevdîtin kir tu agahî ji Birêz Ocalan negirtin. Bi biryara dadgehê astengiya hevditinan tecrîd bêtir girantir kiriye. Ji ber ve yekê piştî di sala 2018'an de zagonên ku der barê pergala Tecrîda Îmraliyê de ketin meriyetê fikarên me zêdetir kiriye. 
 
* Di vê pêvajoya ku Hiqûqa navxweyî xetimiye de DMME bi helwesta xwe tecrîdê girantir dike. 
 
* CPT di 28-29'ê Nîsana 20167an de li Îmraliyê ziyaret pêk aniye û 2 sal şûnde ev rapor aşkere kiriye. 
 
* Komiteya Wezîran a Konseya Ewropa, li gel ku Tirkiye bi salan e biryara DMME'ê pêk nîne û li gori biryaran gavan navêje jî rewşê tespît nake. Ev bêtir hêzê dide Tirkiye ku biryara DMME'yê îhlal bike. 
 
*  Rexistin û saziyên hiqûqê li gorî xalen jorîn me got rol û misyona xwe pêk neanîn. Li dijî rewşa Îmraliyê bêdeng man. Ev bû sedem ku pergala tecrîda Îmraliyê bêtir kûr bibe.
 
* Li gel vê rewşa ku li Îmraliyê pêkanînên dijdemokratîk û bê hiqûqî berdewam dikin û pergala Tecrida Îmraliyê ku Kûr dibe, di heman demê de têkoşîna hiqûqî û demokratîk jî tê meşandin. 
 
Em wekî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku li dijî Pergala Tecrida Îmraliyê tekoşîna demokratik û hiqûqî dimeşîne, bang li saziyên hiquqê û demokratîk ên neteweyî û navneteqeyî dikin ku hestiyar tev bigerin."