Meşa dirêj a li Bremenê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Kurdistaniyên li herêma Oldenbûrg-Bremenê, bi meşeke dirêj a ji 2 rojan, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê, Kurdistanî roja 8'ê Sibatê li bajarê Hude yê Elmanyayê dest bi meşeke dirêj a ji 2 rojan kiribûn.

Meşvan di ser bajarê Delmenhorstê gihîştin Bremenê û li ber parlamenta eyaletê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de her wiha xemsariya dewletên Ewropayê bi taybetî ya Elmanyayê li pêşberî tecrîdê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyan xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe.

Meşa 2 rojan piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.