Endamê MPKE'yê sedemên bêdengiya li ser tecrîdê vegot

Parlamenterê Elman Andrej û her wiha endamê MPKE'yê Andrej Hunko got Ewropa niha di nav gelek krîzan de ye û domand, ''Ditirsin ku bi Enqerê re hin rageşiyên din bijîn, ji ber gelek faktorên navxwe û derve tecrîda li Imraliyê li paş hiştine.

Parlamenterê Elman Andrej û her wiha endamê MPKE'yê Andrej Hunko got Ewropa niha di nav gelek krîzan de ye û domand, ''Ditirsin ku bi Enqerê re hin rageşiyên din bijîn, ji ber gelek faktorên navxwe û derve tecrîda li Imraliyê û rewşa Kurdan li paş hatiye hiştin''.

Li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE), ku Tirkiye jî endamê wê ye  24'ê Çile têkilî rejîma Enqerê raporek bi pirdengî hate qebûlkirin, di raporê de hate gotin divê parlamenterên girtî werin berdan, têkilî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate gotin, ''Konseya Ewropayê pêşniyarên Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) yên têkilî Abdullah Ocalan û girtîgeha Girtî ya Imraliyê dişopîne''.

CPT rapora serdana Imraliyê ya Nîsana 2016'an Adara 2018'an ragidandibû. Di raporê de hatibû gotin Ocalan ev 5 sal in parazerên xwe nedîtiye û her wiha 18 meh in bi malbatê re ti hevdîtin nekiriye.

Hem ji bo ku piştî rapora CPT'ê Tirkiyê ji bo ku tiştek nekir û hem jî piştî biryara MPKE'yê bal her kesî çûbû ser Brûksel û Strasboûrgê. Lê li gel ku grevên birçîbûnê hatine ber rewşeke kritîk û li gel meş û bangan jî YE û KE bêdengiya xwe didomîne.

'ROJEVA SEREKE YA EWROPAYÊ PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ NE'

Parlamenterê Partiya Çepgir û endamê MPKE'yê Andrej Hunko li ser bêdengiya Konseya  Ewropayê ya li bara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo çi KE ti biryara zextê li ser welatekî endamê xwe Tirkiyê nastîne got, ''Biya min sedema vê bêdengiyê du foktor in ku yek jê bi siyaseta navxwe û ya dî jî bi siyaseta derve ya Ewropayê re têkildar e. Ya pêşî, li gor min,  krîz û arîşeyên navxwe yên Ewropayê ne. Fransa-Italya ji ber qutikzeran krîzekê dijî, ji ber sedema projeya Herka Bakur 2 di navbeyna Elmanya û Fransayê de rageşiyeke giran heye, her wiha Brexît di navbeyna YE û Ingilîstanê de bûye nediyariyek.

Li hêla dî krîza Ukrayanyê çareser nebûye, ne diyar e bê ka Rûsya wê di Konseya Ewropayê de bimîne yan na. Ji ber van krîz, rageşî û arîşeyan Ewropa niha ketiye nav qalikê xwe. Ji bo vê jî mijarên din li paş hatine hiştin. Di serê van mijaran de têkiliyên bi Tirkiyê re û desthilata Erdogan heye. Her wiha di ser hilbijartina dawî re bi parastina desthilata Erdogan bi encam bû hê salek derbas nebûye.''

'RAGEŞIYEKE NÛ YA BI ERDOGAN RE NAYÎNIN BER ÇAVAN'

Hunko bi berdewamî got, ''Ewropa di wê fikrê de ye ku Erdogan bi kêmanî 4 salên dî li ser desthilatê bimîne. Ji ber vê jî hêzên serwer ku siyaeta Ewropayê diyar dikin difikirin ku van 4 salan bi rejîma Enqerê re bê pirsgirêk bijîn. Ji bo vê jî binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a li Imraliyê zêde wan têkildar nake. Ji ber ku vîna siyasî ya Ewropayê nade ber çavan ku bi Erdogan re rageşiyeke dî bijî. Her wiha hem hilbijartina Parlamentoya Ewropayê û hem jî kî wê bibe Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê di rojevê de ye.  Ewropeyeke  wiha ku bi xwe re mijûl dibe tecrîdê û pirsgirêkên Kurdan ji nedîtî ve tê.''

Hunko li ser rapora ku li MPKE'yê hatî qebûlkirin got 'girîng e'' lê ev nayê wateya ku hema di cih de wê biryarên zextê li ser Tirkiyê werin standin û diyar kir, ''ev pêvajoyek e û rapora ku hatî qebûlkirin gava pêşî ya vê pêvajoyê ye. Gava duyan ev rapor wê were Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û li wir em nizanin wê çi biryar were standin.''

Hunko bi domdarî got biryrara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ser Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di rojeva Komîteya Wezîran de ye lê hê ti biryar nehatiye standin.

Hunko her wiha got mijara tecrîda li Imraliyê ji MPKE'yê û organên din zêdetir dikeve nav qada xebatên CPT'yê, ji ber ku CPT girêdayî Konseya Ewropayê dixebite û got, ''raporên ku CPT bide ji bo vê jî pir girîng in.'' Hunko her wiha got CTP li tevahiya Ewropayê dema ku girtîgehan kontrol dike raporan pêşî bi hikûmetên wan welatan re par ve dike û got, ''Ango rapora Imraliyê CPT pêşî dide Tirkiyê û bi kêmanî piştî ku salek di ser re diçe bi raya giştî re par ve dike.''

'SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ KE'YÊ LI DIJÎ ERDOGAN DENG DERNAXÎNE'

Hunko got halê hazir ew bawer nake ku li ser desthilata Erdogan biryareke zextê were standin, bal kişande ser portreya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland û got, ''Janglan gelek caran bi Erdogan re hev dît û pozên jidil samîmî da. Portreya siyasetmedarekî wiha çêdike ku li dijî tiştên ku Erdogan dike dengê xwe dernaxîne. Peywira Jagland Hezîranê diqede, niha halê hazir ji bo Sekreteriya KE'yê namzetê herî xurt Dîdîer Reynders e. Biya min  Wezîrê Karê Derve yê Belçîkayê Reynders wê zêdetir rexneyan li Tirkiyê bike. Di hevdîtinekê de min bêhna tiştekî wiha kir.''

Andrej Hunko her wiha got ew bawer nake ku girtîgeheke dî mînya Imraliyê hebe, diyar kir divê Tirkiye di cih de li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê biçe û mafên li girtîgehên welatên KE'yê divê li Imraliyê jî hebin û domand, ''Tekana saziya ku kontrola vê bike bêguman CPT ye. Ji bo vê jî biya min divê bi rayedarên CPT'yê re hevd^tin were kirin, zêdetir zext li vê saziyê were kirin.''

Hunko li ser  banga Wezîrê Elman ku dema bersiva dabû pirsa Partiya Çepgir  û gotibû, divê hikûmeta Tirk tecrîda li Imraliyê rake, got, di nav wan welatan de ku dikare zextan li Tirkiyê bike û encamê bigire Elmanya ye lê ew bawer nake ku niha Hikûmeta Federal gavên wiha bavêje û got, piştî ku Tirkiyê Elmanên rehîn berda Elmanya difikire ku bi Enqerê re ti pirsgirêkên wê nemane.