Serlêdana malbatan a çûyîna Îmralî hate redkirin

Duh malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo çûyîna Îmralî serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatan dîsan hate red kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdan red kir.

Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dabûn. Serlêdana malbatan jî hate red kirin.