Çelîk: Ji bo wan ceza be, ji bo min rûmet e

Parlementerê berê yê HDP’ê Demîr Çelîk anî ziman ku biryara di derbarê wî de hatî girtin, ji bo wî ji têkoşînê dûrxistinê ye û got: “Ev ceza dibe aliyekê wê dijmin kêfxweş bike, em jî vî cezayî ji bo xwe rûmet dibînin.”

Parlementerê berê yê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk li ser biryara Wezareta Karê Hundir a derbarê wî ku navê wî li lîsteya ‘terorê’ ku ji bo girtina wî 1 milyon TL hatiye danîn nirxand.

Çelîk bibîr xist ku biryara di derbarê wî de ji çapemeniyê hîn bûye û derfet nebûye ku bi rêya parêzerên xwe bicive û got: “Ev biryar nayê pejirandin. Tevî vê ez bi doza bimaf û rewa ya demokratîk têkoşîn dikim serbilind im. Ev berdêla têkoşînê ye. Di vî warî de dibe ji bo wan cezakirin be. Ev ceza yê ku ji bo me pere hatî diyarkirin di warê dijmin de dibe bide kêfxweşkirin, em jî vî cezayî ji bo xwe weke rûmet dibînin. Ji ber ku em têkoşînekî bi maf a rewa û demokratîk ku çareseriyeke demokratîk a mayîned pêk werin dikin.

Çelîk destnîşan kir ku cih û dem ji bo wan nabe asteng li kû dibin bila bibin wê têkoşîna xwe bidomînin. Çelîk got: “Ev ceza di aliyekê de ji bo ji xebatên siyasî dana dûrxistin e, lê ji bo me sînorê vê yekê nîne. Li hemberî vê têkoşînê sînoreke ku em danin pêşiya xwe nîne.”

Çelîk diyar kir ku ji ber xebatên wan ên hundir û derveyî welat dewleta Tirk acizbûye ku gihiştiye biryarekî wiha. Li aliyê din perwerdehiyên li ser xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a ku her diçe di nava civakê de belav dibe ye. Çelîk dawî got, ti rewabûna vê biryarê di warê min de nîne, em li kû dibin bila bibin wê têkoşîna wan dewam bike.