Rêveberê HDP’yî ji ber parvekirinên tevna civakî hate girtin
Rêveberê HDP’ê yê navçeya Antalya Kepezê Basrî Kartal ji ber parvekirinên li ser tevna civakî hate girtin.
Rêveberê HDP’ê yê navçeya Antalya Kepezê Basrî Kartal ji ber parvekirinên li ser tevna civakî hate girtin.
Polîsan roja Pêncşemê avête ser mala Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Kepezê Basrî Kartal û Kartal destgîr kiribûn.
Ji ber parvekirinên li ser tevna civakî Kartal hatibû destgîr kirin û îro sewqî Dadgeha Antalyayê hate kirin.
Dozgeriyê bi îddîaya “propagandaya rêxsitinê kiriye” daxwaza girtina Kartal kir. Piştre Kartal sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hate girtin, bi heman îdîaya hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê.