ROJEVA 9'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
-Yekîtiya Navnetewî ya Parlamenteran (IPU) bi daxuyaniyekê bal kişande ser problemên parlamenteran ên li cîhanê. Di daxuyaniyê de hate gotin li Tirkiyê ti yasayên ku mafên parlamenteran biparêzin nîn in û hişyarî li Tirkiyê hate kirin.
-Di salvgera 20'an a Komploya Navdewletî de bi banga şaredar, sendîkayên mezin ên mîna CGÎL, COBAS, FÎOM'ê, gelek rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û ji gelên cuda wê meşek were kirin.
-Derkete holê ku di bin gotina Erdogan de ya ku digot, ''Kurd cihê ne, YPG cihê'' an jî ''Paşmêrê Kurdan jî em in'' rêxistiniya çeteyeke nû derket.
-Parlamenterê Elman Andrej û her wiha endamê MPKE'yê Andrej Hunko got Ewropa niha di nav gelek krîzan de ye û domand, ''Ditirsin ku bi Enqerê re hin rageşiyên din bijîn, ji ber gelek faktorên navxwe û derve tecrîda li Imraliyê û rewşa Kurdan li paş hatiye hiştin''.
-3 girtiyên jin ên PKK-PAJK'ê ji Girîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê nameya destekê ji Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê re şandin.
-Festîala Fîlman a Kurdan a Stenbolê ku ji hêla Kolektîva Sînameyê ya Mezopotamyayê ve wê were organîzekirin ji çar parçeyên Kurdistanê û ji deverên din wê fîlmên Kurdan li Stenbolê bîne cem hev.
-Wekîlê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan got dayika Sîsê ya girtî nikare hewcehiyên xwe bi cih bîne û got, ''Di nav 4 dîwanan de zilmê li jineke 85 salî dikin.''
-Wekîlê berê yê HDP'ê Demîr Çelîk got biryara ku li ser wî hatiye dayin ji bo ku wî ji têkoşînê dûr bixin û got, 'Ev xelat dibe ku ji hêlekê ve kêfa dijmin bîne lê em ê jî cezayên wan mîna madalyayan bibînin.''
-Xizmên windaya weke her şemî vê şemiyê jî ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe bipirsin wê çalakiyan biki.
-