Kurdistanî ji Hude heta Bremenê li dijî tecrîdê dimeşin
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bajarê Hude heta Bremenê meşeke dirêj dest pê kir.
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bajarê Hude heta Bremenê meşeke dirêj dest pê kir.
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, li bajarê Hude yê Elmanyayê meşeke dirêj dest pê kir.
Meşa ku bi dehan Kurd tevlî bûn wê du rojan bidome.
Rawestgeha îro ya meşê bajarê Delmenhorstê ye. Kurdistanî bi qîrîna dirûşmên li dijî tecrîdê dimeşin.
Sibe jî wê ji Delmenhorstê ber bi Bremenê ve bimeşin û bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe bînin.