ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 4'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Sibata 2019'an. -
Şiyar Gabar li Hambûrgê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn
Şiyar Gabar ku 9'ê Tîrmeha 2018'an ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk şehîd bû, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate bîranîn. -
Armanc Goşkar li Kolnê hate bîranîn
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Armanca Goşkar li Kolnê hate bîranîn. -
Li Bakirkoyê bi deh hezaran kes li dijî tecrîd û faşîzmê hatin ba hev
Bi banga HDP’ê bi deh hezaran kes li Bakirkoyê hatin ba hev û tecrîd protesto kirin. -
Li Stenbolê gel ber bi qada mîtîngê ve tê
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, îro li Stenbolê mîtîngek tê lidarxistin. Ji serê sibehê ve gel ber bi qada mîtîngê ve tê. -
HDP wê li 6 navçeyên Stenbolê namzetan nîşan bide
HDP ku ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet nîşan neda, wê li 6 navçeyan namzetan nîşan bide. -
Kurdên li Swêdê li dijî tecrîdê daketin qadan
Ji bo piştgirî ji Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan re bê dayin, li bajarên Stockholm, Orebro, Ûppsala û Falûnê yên Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Li 6 bajaran çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin. -
Tûzak: Ez ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînim
Mûstafa Tûzak: Yekane hêza ku dikare tecrîda 20 salan rake, îradeya me ye. Em ê jiyaneke bê Rêbertî qebûl nekin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe bidomînim. -
Meşa dirêj a li Belçîkayê du roj li pey xwe hişt
Meşa dirêj a ji bo piştgiriya ji berxwedêrên greva birçîbûnê li bajarê Anvers ê Belçîkayê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt. -
Wekîlê Swêdî: Divê li qada navneteweyî helwest bê nîşandan
Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Alî Esbatî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, li dijî bêhiqûqiyê divê li qada navneteweyî helwestek bê nîşandan. -
Schmalstîeg: Divê Kişanak, Tûncel û girtiyên siyasî azad bibin
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Hannoverê Herbet Schmalstîeg nerazîbûn nîşanî cezakirina Kişanak Tûncel da. Schmalstîeg xwest, Kişanak, Tûncel û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû bên berdan. -
Rewşa dawî ya Yuksel Koç û çalakgerên din
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Yuksel Koç doh ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û ji nû ve li cihê çalakiyê vegeriya bû. Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa çalakgeran li cih dişopînin, agahî da. -
ROJEVA 3'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Sibata 2019'an. -
Li Nantes û Marsîlyayê bîranîna şehîdan
Li bajarê Nantes û Marsîlyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn. -
Koç: Divê hê zêdetir xwedî li berxwedêran derbikevin
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç a anî ziman ku xwedîderketina li berxwedêrên grevên li dijî tecrîdê ji bo gelê Kurd mijarekî wijdanê ye û da xuyakirin ku divê rejîma Erdogan bi cîhana derve re bixe nava tecrîdê. -
Xizmên nebediyan ji bo Mubariz û Yaşar hatin cem hev
Li Amedê û Êlihê xizmên kesên ku hatine nebedîkirin li dadmendiyê pirsîn. Di çalakiyan de li aqûbeta Kemal Mubariz û Mehmet Yaşar pirsîn. -
Greva birçîbûnê ya li Rûsyayê bi koma nû didome
Greva birçîbûnê ya ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rûsyayê ji aliyê komeke nû ve hate dewr girtin. -
ÎRA’yê rapora meha Çileyê eşkere kir
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora binpêkirin û zextan a li dijî rojnamegeran a meha Çileyê eşkere kir. ÎRA’yê ragihand ku di meha Çileyê de 100 rojnameger hatine darizandin û 5 rojnamger jî hatine girtin. -
AKP alîkariya ji bo Rojava ji xwe re kire veberhênana hilbijartinê!
Derkete holê 'kolîyên alîkariyê' ku AKP xwe hazir dike beriya hilbijartinê belav bike, dema Şaredariyên Mezin ên DBP'ê ji bo Rojava hatibûn berhevkirin û yên Fona Alîkariya Sosyal a Walîtiya Wanê bûn. -
HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeyê ye!
Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li dijî cezayên ku li Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak hatin birîn helwest nîşan dan û gotin, ''Bi fermana qesrê ev ceza dane. Ji bo vê jî biryara ku hatiye danîn ji hêla me ve, ti hikmê xwe tine." -
Dayikên Aştiyê: Tecrîd şer, Ocalan aştî ye
Dayikên Aştiyê desteka xwe ya ji bo Leyla Guven nîşan dan, gotin tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û xwestin ku di cih de tecrîd rabe. -
Nivîskar Selîm Temo krîza dil lê da
Nivîskar Selîm Temo yê çû nexweşxaneyê serdana birayê xwe krîza dil lê da û diyar bû Selîm Temo tedawî dikin. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - XIX
"Xweda Zeûs û alîkara wî Xwedawend Athena, bi destdana hev a Hades û Ares , Prometheus li zinarên Kafkasyayê li zincîrê xistin û neviyên wan ên mirov jî ez mîna wî li zinarên Girava Îmraliyê zincîr kirim." -
ROJEVA 2'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Sibata 2019'an.