ROJEVA 10'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Meşa Dirêj a ji bajarê Baselê yê Swîsreyê heta bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku ji bo şermezarkirina salvegera 20'emîn a komploya navneteweyî pêk tê, wê were şopandin. Her wiha wê ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê heta bajarê Strasboûrgê meşa dirêj dest pê bike.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de Kurdan barê herî giran dan ser milê xwe û got, biryara vekişînê ya DYE'yê piştgiriya ji bo qirkirina Kurdan e bi destê Tirkiyeyê.

- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Tolhildan diyar kir ku ew hewl didin bi projeyên partîbûn, artêşbûn, peymana civakî û jineolojiyê, paradîgmaya azadiya jinê ya Ocalan bi rêbertiya wî temam bikin.

- Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman, daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên mafdar in û got, "Eger encameke neyînî rû bide, wê desthilatdariya siyasî di bin vê berpirsyariyê de bimîne."

- Jinên ji Şehbayê ku piştî Baasê di nava tarîtiya faşîzma DAÎŞ'ê de man, piştî ku herêma wan hate rizgarkirin dest bi jiyaneke nû kirin. Niha jî di nava Meclîsa Jinan a Şehbayê de dixebitin.

- Gundiyên Herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û bang li hikumeta herêmê kirin ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire.