Meşa dirêj a li Berlînê roja destpêkê li pey xwe hişt

Meşa Dirêj a li paytexta Elmanya Berlînê ku her sal ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê pêk tê, tevî hewldanên polîsan ên ji bo astengkirinê jî roja yekemîn li pey xwe hişt.

Ji bo şermezarkirina komploya navnetweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, her sal li gelek bajar û welatan, meşên dirêj ên 3 rojan tên lidarxistin.

Meşa li Berlînê jî tevî hewldanên polîsan ên ji bo astengkirinê jî roja yekemîn li pey xwe hişt.

Kurdistaniyan ji Gedachtnîskîrcheyê tevî dostên xwe dest bi meşê kirin û di ser navçeya Schonebergê heta navçeya Kreûzbergê meşiyan. Çalakger ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tên lidarxistin, daxuyanî dan û belavok belav kirin.

Ji belavokên bi Elmanî hatin belavkirin heta axaftin û dirûşman, polîsan dest li her kêliya çalakiyê werdan. Tevî vê helwesta polîsan jî Kurdistaniyan çalakiya xwe dewam kirin.

Heta dawiya meşa roja destpêkê, Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil û ji rêveberên Meclîsa Gel Îsmaîl Parmaksiz jî di nav de 4 Kurdistanî hatin destgîrkirin.

Kurdistanî derengiya şevê hatin berdan.

Polîsan her wiha dest danîn ser telefona Yeko Ardil ku di meşê de nûçegihaniyê jî dike.

Însiyatîfa Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re ya Berlînê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de helwesta polîsên Berlînê hate şermezarkirin.

Roja duyemîn a meşa dirêj a li Berlînê wê îro saet 11'an li U Bahn (U-6) Alt Tegelê dest pê bike.