Girtiyên TKP/ML ragihand ji bo Leyla Guven cara duyan dest bi greva birçîbûnê dikin. Girtiyan gotin ji bo greva birçîbûnê ya dorveger a her carê ji bo heftiyekê li daxwazên Guven xwedî derdikevin û gotin, ''Çalakiya ku Guven dayî destpêkirin sînorên girtîgehan derbas kirine''.
Girtiyan di daxuyaniya xwe de ya di rojnameya Ozgur Gelecek'te gotin, ''TC her delîveyê helwesta ku gelê Kurd û vîna wê ya siyasî tine dihesibîne nîşan dide. Operasyonên leşkerî û siyasî bêrawest didome. Ber bi hilbijartina xwecih ve her roj hine dî têne destgîrkirin û girtin.''
'ÊRÎŞ GIRAN DIBIN, GEL VÎNA XWE NÎŞAN DIDE'
Girtiyên TKP/ML gotin ''Di serî de li ser Rêzdar Ocalan li hemû girtîgehan êrîş zêde dibin. Lê ev êrîş bi bêdengî nayên pêşwazîkirin û ji bo ku tecrîd were şikandin Kurd vîna xwe nîşan didin'' û diyar kirin divê tecrîd rabe.
Girtî ji 4'ê Sibatê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.