Li Mêrsînê li dijî tecrîdê gel daketin qada mîtîngê

Li Mêrsînê gel, qada mîtîngê ya HDP’ê ya li dijî tecrîda Îmraliyê tije dike.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 94 roj in di greva biçrîbûnê de ye mîtînga “Edalet, Azadî û demokrasî" pêk anî.

Beriya mîtîng destpê bike bi hezaran kes tevî baranê herîkîn qada Mîtîngê ku li tenişta Stadyuma Tevfik Sırrı Gar a Yenîşehirê ne. Bi deh hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn beriya mîtîng destpê bike li ber stranan govendê digerînin.

HEWLDANÊN PROVAKATÎF TÊN KIRIN

Bi hezaran kesên hatin qadê bi alên HDP'ê qad xemilandin. Tevî ku polîsan li gelek cihan nokteyên kontrolê danîne û 3 nokteyên lêgerînê ava kirine jî bi hezaran kes derbasî qadê bûn. Bi hezaran kesên gihiştin qadê govendê digerînin. Li dika mîtîngê pankarta bi Kurdî û Tirkî “Demokrasî, Azadî û Edalet" vekirin. Herikîna qada mîtîngê didome.

TEVLÎBÛNA WELATIYAN A MÎTÎNGÊ TÊ ASTENGKIRIN

Girseya ku ji bajarê Osmaniyê derket rê li ketina bajar ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û bi hinceta belgeyên otobusê kêm in trafîk lê qedexe kir. Piştî vê yekê girse bi derfetên xwe û wesayîtên taybet dîsa ber bi Mêrsînê ve derketin rê.