Piştgiriya ji bo Leyla Guven li Swêdê mezin dibe
Serokê Partiya Çep ê Bajarê Gavleyê Tord Fredrîksen, ji bo rakirina tecrîdê û piştgiriya ji çalakgerên greva birçîbûnê re peyamek bi dîmen weşand.
Serokê Partiya Çep ê Bajarê Gavleyê Tord Fredrîksen, ji bo rakirina tecrîdê û piştgiriya ji çalakgerên greva birçîbûnê re peyamek bi dîmen weşand.
Serokê Partiya Çep a Swêdê yê Bajarê Gavleyê Tord Fredrîksen diyar kir ku ew piştgiriyê dide Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 93 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Fredrîksen peyamek bi dîmen kişand û ji ANF'ê re şand. Fredrîksen diyar kir ew piştgiriyê dide parlamentera HDP'ê Leyla Guven.