Meşa dirêj a li Dûîsbûrgê di roja 2. de ye

Meşa dirêj a li Dûîsbûrgê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tê di roja duyemîn de ye.

Meşvan di roja duyemîn de ji ber Gara Trenê ya Navendî ya Dûîsbûrgê dest bi meşê kirin.

Piştî destpêkirina meşê polîsên Elman avêtibûn ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê (NCDK) û xwestibûn çalakgerê greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak destgîr bikin.

PARLAMENTER BORNER: EM BI KURDAN RE NE

Parlamenterê SPD'ê yê Eyaletê Frank Borner piştre serdana NCDK'ê kir û helwesta polîsên Dûîsbûrgê şermezar kir. Borner diyar kir, nêzîkatiyeke bi vî rengî li çalakgerekî greva birçîbûnê li dijî mafên mirovan e.

Borner zextên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî Kurdan şermezar kir û got, ew piştgiriyê didin Leyal Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li Ewropayê. Borner got, ew bi daxwazên Kurdan re ne.

Meşvan wê îro bi 10 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin Dûîsbûrg Statsbergê. Roja Şemiyê jî wê li ber DGB Haûs a Dusseldorfê bi baskê meşê yê ji Bonn-Kolnê bigihêje hev û bimeşin.