Li Viyanayê çalakiya ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Viyanayê ve hate organîze kir. Kurdistaniyan ji Mûseûmsqûartîerê dest bi meşê kirin û heta Westbahnhof a Viyanayê meşiyan.
Di meşê de al, flama, pankart û posterên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.
Çalakgeran tim û tim dirûşmên "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin", "Leyla bi tenê nîne", "Kujer Erdogan", "Hezar silav ji Leyla re", "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Piştî daxuyaniyê, meş bi qîrîna dirûşman qediya.