Li Grazê çalakiya ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê

Ji bo işaret bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan bê kirin, li bajarê Grazê yê Awûstûryayê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî doh danê nîvro saet 15'an bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Grazê li Herrengasseyê li hev civiyan û ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê afîş, dowîz û wêne hildan.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û xwendin û ji bo şermezarkirina dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.

Di dema mîtîngê de ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Nûrgul Başaran bi rêya telefonê ji çalakgeran re axivî.

Çalakî bi banga ji bo tevlîbûna li meşa dirêj a 15'ê Sibatê ya navbera St. Polten-Viyanayê qediya.