HDK: Rabûna li ber tecrîdê rabûna li ber şer e

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, "Rabûna li ber tecrîdê rabûna li ber şer e."

Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo tevlî 1. Kongreya Meclîsa Giştî ya Serdema 9. bibin, li navenda xwe ya li Taksîmê li hev civiyan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 95'an de ye. Koçyîgît diyar kir, tifaqa AKP-MHP'ê di vî warî de ti gav neavêtiye.

Koçyîgît ragihand, tecrîd destpêka rêwîtiya tarî ya vî welatî ye û got, 5'ê Nîsana 2015'an ku hevdîtina dawî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, destpêka şer û şîdeta heyî ye. Koçyîgît wiha dewam kir: "Ji wê rojê û vir ve rejîm bi bayê bezê diguhere. Di bin guhertina rejîmê de gelên Tirkiyeyê dinale."

Koçyîgît diyar kir, AKP'ê mafê civakê yê daxwaza aştiyê krîmînalîze kiriye û got, "Akademîsyenên ku ji ber daxwaza aştiyê kirin hatin darizandin, mînaka vê yekê ye. Aştî dilpakiya herî mezin e û mafê her yekî ji me ye ku li nava refên vê yekê cih bigirin. Ji ber vê yekê em feraseta AKP'ê ya ku aştiyê krîmînalîze dike, red dikin."

Koçyîgît destnîşan kir, têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî şer e û got, "Têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya bilindkirina dengê aştiyê."

Koçyîgît biryara 'qebûlnekirinê' ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser serlêdana ji bo şehîdên Cizîrê hate kirin bi bîr xist û got, "Eger di sûcên dijî mirovahiyê de prosedura hiqûqî bidin pêş, ev yek tê wê wateyê ku bûne hevparê wê komkujiyê."

Hevberdevkê HDK'ê Sdat Şenoglû jî diyar kir pêwîstiya wan bi HDK'bûnê heye û got, "Divê em bi çavê HDK'ê li her pirsgirêkê binerin."

Civîna HDK'ê dewam dike.